‘Tecrîd dilsoziya me ya ji bo Ocalan xurttir dike‘

Nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rewşenbîrên kantona Efrînê tekez kir ku tecrîd dilsoziya wan a bi ramanên Ocalan re xurttir dike.

‘Tecrîd dilsoziya me ya ji bo Ocalan xurttir dike‘
1 îlon, 2018   09:39

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Hejmareke rewşenbîrên kantona Efrînê bi rêya ajansa me tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û tekez kir ku dilsoziya wan bi fikrên Ocalan re xurt dibe.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê Şêraz Hemo Komploya Navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek encama tirsa wan a ji fikrê demokrasiyê di kesayeta Ocalan de destnîşan kir û wiha domand: "Felsefeya Ocalan banga avakirina kesayetekê aktîf, wekhev û xwedî edalet di civakê de dike, ev felsefe jî dijberî siyasetên dewletên desthilatdar e."

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Lînda Faqî anî ziman ku fikrên Ocalan di mêjiyê gelê Kurd de ne û ev tişt bi lêv kir: "Her çi qas dewleta Tirk hewl bide tecrîda li ser Ocalan giran bike û me jî wî dûr bixe, nikare fikrên wî tune bike, ji ber ku têkoşîna me xwe dispêre ramanên wî."

Lînda Faqî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got ku hemû hewldanên dewleta Tirk bi ser neketin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Welîd diyar kir ku ji demeke dirêj ve agahî ji rewşa Ocalan re nayên wergirtin, dewleta Tirk a faşîst tecrîd li ser Ocalan ferz kiriye, ji ber ku Ocalan banga azadî û demokrasiyê dike.

Welîd anî ziman ku ew xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin.

(bb)

ANHA