Komîna xwe di odeyeke malê de ava kirin

20 malên gundê Xabir di hibijartinên qonaxa destpêkê ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de, komîna xwe jinûva saz kirin û hemû pirsgirêkên xwe yên jiyanî bi rêya komînê çareser dikin û xwe bi rêxistin dikin. Ji ber kêmderfetan û nebûna cihekî guncaw, komîna gund di odeyeke maleke welatiyekî gund de hate avakirin.

Komîna xwe di odeyeke malê de ava kirin
Komîna xwe di odeyeke malê de ava kirin
Komîna xwe di odeyeke malê de ava kirin
Komîna xwe di odeyeke malê de ava kirin
Komîna xwe di odeyeke malê de ava kirin
1 îlon, 2018   05:33

MÛRADA KENDA - ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Bingeha neteweya demokratîk komîn e. Rexistina civakê bi rêya komînan tê hûnandin. Di civaka xwezayî de jiyana kollektîf û komînal bi destê desthilatdaran hat hilweşandin û di heman demê de îro dewletên desthilatdar li dijî vîna gelan û jiyana komînal tevdigerin.

Têkildarî girîngiya komînan ji bo sîstema neteweya demokratîk Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de  wiha dibejê: “Kes û welatiyên neteweya demokratîk bi qasî ku azad in, ew qasî jî divê komînal bin.”

Hemû pêkhate di komînan de cih digirin

Bi destpêka Şoreşa Rojava re li gund û bajaran bingeha komînan hat avakirin. Di nava şert û mercên zehmet de gel xwe di nava komînan de bi rêxistin dike. Komîn gav bi gav mezin û bihêztir tev digerin. Hemû pêkhateyên Rojava di nava komînan de cihên xwe digirin. Bi awayekî hevbeş, birdozî û zanebûn pisgirekên civakê di nava komînan de tê nîqaşkirin û pêwîstiyên civakê jî tê çareserkirin. Komîn bi sîstema hevserokatiyê û li gorî pêwîstiyan bi 12 komîteyên weke aborî, perwerdehî, çand û huner, tenduristî, parastina rewa, lihevanîn, şaredarî, kedkar, ewlehî, malbatên şehîdan, peywendiyên civakî û ragihandinê tê pêkanîn. Her wiha li gorî dabeşkirina erkan komîte tên avakirin û xebat tên meşandin.

Tişta herî balkêş ew e ku kêmderfet ji gelê Rojavayê Kurdistanê re nabin pirsgirêk. Gel ji ber tunebûna cihên komînê re weke çareserî odeyên malên xwe dikin komîn û wekî sazî bi kar tînin. Sîstema komînên li rojavayê Kurdistanê ji gelên Rojhilata Navîn re dibe mînak.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê serdana komîna gundê Xabir ê giredayî devera Girbawî yê Qamişloyê kir û bi rêveberên komînê re civiya.

Li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dan

Gundê Xabir 15 km dûrî gundê Girbawî yên giredayî bajarê Qamişlo ye. Tê zanîn ku Xabîr 1920 an de ji sê malên Kurd û Ereb hatiye avakirin. Gund ji 20 malan pêk tê. Şêniyên gund debara xwe ji çandinî û xwedîkirina sewalan werdigrin. Li wir Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Di sala 2015’an de çeteyên DAIŞ malên gundiyan hildiweşîne û diziya heywan û dexlê şêniyan dikin. Li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şêniyên gund ji gundên xwe dernakevin û li ber xwe didin. Dema ku şervanên YPJ/YPG gund rizgar dikin, şêniyên gund li ser kemderfetî di maleke şêniyên gund de komîna xwe ava dikin. Di hibijartinên qonaxa destpêkê ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de ku sala 2017`an de pêk hat, şêniyên gund komîna xwe jinûva saz kirin. Di nava komînê de pêwîstiyên civakî tên çareserkirin û bi destdayîna hev cihên ku çeteyên DAIŞ hilweşandin ji nû ve sererast kirin. Di nava gund de ji bo zarokan dibistana seretayî jî hat avakirin û perwerdeya zarokan bi zimanê kurdî û erebî tê dayîn.

Şêniyên 20 malên gund di bin sîwana komînê de xwe bi rêxistin dikin. Kurd û Ereb li ser xwesteka xwe zimanên hev fer dibin, çand û zimanê xwe jî diparêzin û parve dikin. Her wiha di Komîna Şehîd Hogir Temo de jî li gorî sîstema neteweya demokratîk hevserok ji pêkhateyên Kurd û Ereb tên hilbijartin.

Di nava Komîna Şehîd Hogir de li gorî pêwîstiyên şêniyên li gund 7 komîte; parastin, tenduristî, lihevanîn, çand û huner, aborî, perwerde, peywendiyên civakê cih digirin. Dabeşkirina komîteyan û xebatan di nava şêniyên gund de hatiye kirin. Komîteya perwerdeyê bi êvarkî li komînê kom dibin û şêniyên gund perwerde dikin. Komîteya çand û hunerê jî li komînê di saetên evarî de çîrok û lîstokan pêşkêş dikin. Komîteya parastinê ji şêniyên gund pêk te û gund bi wî awayî jî diparêzin.

Komîn jiyanê saz dike

Hevserokê Komîna Şehîd Hogir Kanîwar Temo Hiso anî ziman ku bi rêya komînê şêniyên gund tên birêxistinkirin û wiha pê de çû: “Bi hejmareke kêm li hev kom dibin û xwe bi xwe bi rêxistin dikin. Pêwîstiyên şêniyan em di nava komînê de çareser dikin. Ev çanda dîrokê ye. Bi komînan rihê civakê zindî dibe û civakbûyîn geş dibe. Li dijî kesayet li wir civakbûyîn bi pêş dikeve. Kurd û ereb di nav gund de biratiyê ava dikin. Komîn jiyanê saz dike.”

Di komînê de jin pêşeng in

Hevseroka Komîna Şehîd Hogir Xenan Davûd ji pêkhateya Ereb e. Der barê rola jinan di nava komîne de dibêje ku jin di komînê de hêza xwe zêdetir dikin û zanista xwe bi pêş dixin. Xenan li gund mamostetiya dibistanê jî dike. Der barê kar û xebatên xwe de wiha diaxive: “Jin di nava komînê de rêxistina xwe xurt dikin. Bi destdana hev di hemû karan de jin pêşengiyê dikin. Di aliyên perwerdeyê de jî roleke girîng dilîzin.”

ANHA