Rewşenbîrên Efrînê destdirêjiya li gora Nûrî Dêrsimî şermezar kir

Rewşenbîrên kantona Efrînê destdirêjiya li ser gora Nûrî Dêrsimî ya ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve şermezar kir û wek berdewama kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê bi nav kir.

Rewşenbîrên Efrînê destdirêjiya li gora Nûrî Dêrsimî şermezar kir
1 îlon, 2018   09:23

BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku Efrîn dagir kiriye, bi bilî kiryarên hovane li djiî sivîlan, çand, deverên dîrokî, pîrozgeh û gorên şehîdan û kesên navdar ji holê radikin. Di demên dawîn de gora Dr. Nûrî Dêrsimî ya li Mezara Henan a navçeya Şerayê vala kirin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Usama Ehmed destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta dîktator a Tirkiyeyê temirandina nasname û çanda gelê herêmê ye.

Ehmed wiha axivî: "Dewleta Tirk di hişmendiya xwe ya nîjadperest de berdewam e. Deverên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezar salan, her wiha gorên şehîdan topbaran dike. Hikumeta AKP‘ê pîvanên mirovî û exlaqî derbas kirine."

Ehmed di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku binpêkirinên dewleta Tirk berdewama kiryarên DAIŞ‘ê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Rêbazê ku dagirkeriya Tirkiyeyê pêk tîne delîlê ku çanda Osmanî didomîne, an jî xeta DAIŞ‘ê ya xirabkirina deverên dîrokî. Di demên dawîn de destdirêjî goristana rewşenbîrê Kurd Nûrî Dêrsimî kirin, ev jî diyar dike ku kiryarên DAIŞ, Tirkiye û sultanên Osmanî ji hev ne cuda ne. Dewleta Tirk di kesayeta Nûrî Dêrsimî de ne tenê gelekî, hemû gelên herêmê û neteweyan dike hedef."

Endamê Yekitiya Rewşenbîan a Kantona Efrînê Heysem Mustefa jî ji aliyê xwe ve bal kişand ku kiryarên dewleta Tirk encamên kina wê ya ji fikr û çanda gelan diyar dike û wiha pê de çû: "Hemû binkirinên li dijî gelê me têne kirin îradeya me naşikîne, berovajî wê ji bo çavkaniya hêzê ye. Em dibêjin bi hezaran Nûrî Dêrsimî hene û dê li hemberî vê hişmendiya dewleta Tirk bisekinin."

Mustefa di dawiya axaftina xwe de got dewleta Tirk gora Nûrî Dêrsimî kir hedef, ji ber ku bingeha fikrî û çandî danî ku bikeve xizmeta mirovahiyê.

(bb)

ANHA