Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin

Di 3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo tê li darxistin de, girîngiya belgekirina berxwedana Efrînê û binpêkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne kirin hate destnîşankirin. Rewşenbîran gotin, "Jibîrkirina Efrînê qirkirin û înkarkirina hebûna gelê Kurd e."

Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
Rewşenbîran tekezî li ser girîngiya belgekirina binpêkirinên li Efrînê kirin
31 tebax, 2018   18:43

QAMIŞLO

3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşma "Bi ramana azad û hişmendiya ronakbîriyê em ê berxwedana Efrînê xurt bikin" dest pê kir.

Piştî axaftin û hilbijartina endamên dîwana konferansê, rapora salane ya xebatên yekitiyê hat xwendin, deriyê nîqaşê hate vekirin.

Giraniya nîqaşan li ser xurtkirina têkiliyan di navbera civak û rewşenbîran de, zêdekirina semîner û panêlan li herêmên nû hatine rizgarkirin da ku hişmendiya ku çeteyan di nav wan de çandibûn were rakirin bû.

Hin nûnereyan rexne kirin ku heya niha navendên yekitiya rewşenbîran li herêmên nû ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin, nehatine vekirin û pêşniyar kirin ku yekitiya rewşenbîran li wir jî werin avakirin.

Di nêrînan de girîngiya belgekirina berxwedana Efrînê û binpêkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne kirin hate destnîşankirin û hate gotin, jibîrkirina Efrînê qirkirin û înkarkirina hebûna gelê Kurd e. Her wiha hate tekezî li ser xurtkirina têkiliyan bi rewşenbîrên li derve hate kirin.

Xebatên konferansê bi nîqaşan didome

ANHA