Li Zanîngeha Kobanê 2 beşên nû hatin vekirin

Zanîngeha Kobanê sala nû ya perwerdeyê bi zêdekirina 2 beşan pêşwazî dike. Her wiha beriya 3 rojan destpêkirina qebûlkirina daxwaznameyên tomarkirinê di hemû beşan de ragihandibû.

Li Zanîngeha Kobanê 2 beşên nû hatin vekirin
31 tebax, 2018   08:18

KOBANÊ

Tomarkirinê roja sêşemê dest pê kiribû û dê heta roja pêncşemê 13'ê Îlonê bidome. Her wiha navên ku hatine pejirandin dê piştî hefteyekê ji bidawîbûna tomarkirinê bên ragihandin.

Rêveberiya zanîngehê zêdekirina du beşan; zanyariyên xwezayî li Zanîngeha Kobanê û Beşa Wêjeya Erebî li bajarê Girê Spî ragihand.

Girêdayî şert û mercên tomarkirinê rêveberiya zanîngehê ev şert rêz kirin: divê xwendekar Sûrî be, ji bilî zanîngeha Kobanê li tu zanîngehekê din tomar nekiribe, divê bawernameya amadehî (zanyarî û wêjeyî) girtibe û her wiha rêveberiyê diyar kir ku girîngî ji bawernameyên Rêveberiya Xweser a Rojava tê dayîn.

Her wiha Rêveberiya Zanîngehê bi bîr xist ku hejmara xwendekarên sala borî gihaşt dehan xwendekar. Ev weke serkeftinek ji zanîngeha Kobanê re dihesIbîne. Hejmara kadroya perwerdê giha 15 mamoste. Hinek ji wan li zanîngehên Heleb û Bass û zanîngehên din ên Sûriyeyê perwerde dane û gelek ji wan bawernameya Mejistêr qedandine.

Dihat payîn ku beşên wekÎ endezyariya çandiniyê, dîrok, erdîngarî û wêjeya inglîzî bihatina zêdekirin, lê ji ber hin kêmasiyan û ji ber ne firehbûna avahiya zanîngehê, ev gav paşde ma.

 Zanîngeha Kobanê bi awayekî fermî di 10'ê Kanûna 2017'an de hate vekirin. Her wiha di 4'ê Avrêla îsal de Rêveberiya Xweser a Kobanê û bi hevkariya Rêxistina Hêvî, kevirê bingehîn ê projeya avakirina Zanîngeha Kobanê danî. Piştî bidawîbûna avakirina zanîngehê, tê payîn ku bibe mezintirîn zanîngehên Rojava û gelek xwendekar ji derveyî Sûriyeyê dê pêşwazî bike.

(şx)

ANHA