Siyasetmedarên Şêxmeqsûdê: Rêxistinên hiqûqî berpirsên rewşa Ocalan in

Siyasetmadarên Şêxmeqsûdê diyar kir ku binpêkirinên ku li Îmraliyê der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rû didin berpirsyariya rêxistinên hiqûqî ye. Her wiha tekez kirin ku armancên dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîda giran, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û qirkirina wî ye. Lê gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê fikra Ocalan di pratîkê de bi cih anî û gelek destkeftî bi dest xistin. 

Siyasetmedarên Şêxmeqsûdê: Rêxistinên hiqûqî berpirsên rewşa Ocalan in
31 tebax, 2018   08:09

ROZANA DAWÛD / HELEB

Bertekên nerazîbûnê û şermezarkirinê li hemberî tecrîda giran ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye zêde dibin. Dewleta Tirk ji beriya 2 salan ve tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike û hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re red dike.

Di hevpeyvînek bi ajansa Hawarê re, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ê Helebê Îsa Mistefa got ev girtekên dewleta Tirk ên keyfî der heqê Ocalan de, morala gel naşikînin lê belê gel hêza xwe ji berxwedana Ocalan digire û berxwedanê didomîne û wiha axivî: "Em ê li hemberî kirinên dewleta Tirk ên hovane der heqê Ocalan de teslîm nebin. Tirkiye dixwaze gelê Kurd qir bike, lê keç û xortên Rojava-Bakurê Sûriyeyê li ser rêya Ocalan meşiyan û gelek serkeftin bi dest xistin û bi vî awayî planên dewleta Tirk têk birin."

Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Helebê Leyla Xalid diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e der heqê gelê Kurd û gelên herêmê de hovanetirîn sûcan dike. Dewleta Tirk bi komployan dixwaze gelê Kurd û gelên banga azadî û demokrasiyê dikin qir bike. Ji vê bingehê ve tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike û nahêle gelên din bigihîjin azadiya xwe.

Her wiha Leyla tekez kir ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan jin xwe birêxistin kir û gihaşt astên pêşketî ji azadiya xwe. Her wiha rola xwe ya pêşeng di rêvebirina civakê de lîst. Ji ber wê pergalên dîktatoriyê wekî Tirkiye naxwazin gel bi giştî û bi taybet jin bighîjin azadî û mafên xwe. Ji ber wê bi komployekê Ocalan girtin û tecrîdeke giran dûrî pîvan û qanûnên navdewletî li ser wî ferz dike.

Di dawiyê de Leyla Xalid destnîşan kir ku gelê Kurd dest ji rêberê xwe bernade û heta rizgarkirina Ocalan dê tê bikoşe. Her wiha Leyla diyar kir ku rêxistinên hiqûqî û mirovî berpirsên binpêkirinên ku li Imraliyê der heqê Ocalan de pêk tîne.

(şx)

ANHA