Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin

Cenazeyê parêzvanê Mam Zekî, Mahir Serhed ku duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd bû, bi merasîmek bi heybet li Şengalê hate oxirkirin.

Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin
Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin
Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin
Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin
Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin
Şehîd Mahir Serhed li Şengalê hate oxirkirin
31 tebax, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta dagirkera Tirk di 15’ê Tebaxê de li dijî Şengalê êrîşa hewayî pêk anî û di êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû û parêzvanê wî Mahir Serhed jî bi giranî birîndar bibû. Duh Mahir Serhed li nexweşxaneya dihate dermankirin giha şahadetê.

Duh ji bo Mahir Serhad merasîmek leşkeri hate lidarxistin û bi karwanek dirêj ber bi şehîdgeha Xanesorê ve birin û li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.

Di merasîmê de ji Fermandarên YBŞ-YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî û got; Hevrê Mahir ji destpêkê ve ji bo civaka Êzidî xizmetê dike. Ev li vir ji dijmin re dibêjin piştî her êrîşekê emê hîn bi rêxistin û bihêztir bibin. Emê xeyalên hevrêyên şehîd pêk bînin. Bedela wê çi dibe bila bibe emê xeyalên Mam Zekî û şagirtê wî Mahir Serhad ên Şengala xweser pêkbînin.”

Li ser navê TAJÊ Şemê Remo jî wiha got; “Divê hemû civaka Êzidî bibe yek. Tifaqa xwe çêbike. Ji ber ku Mam Zekî û yên pey wî ji bo vê têkoşîn kirin û ev xak bi xwîna xwe av dan. Heya em saxbin emê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.”

Li ser navê Malbatên Şehîdan ê Kantona Cizirî ya Rojavayê Kurdistanê Hesen Ubeyd jî axivî û got; “Emê dest ji felsefe û rêya Rêber Apo nîşa me daye bernedin. Emê bi îrade û bibiryarbûna Mam Zekî û Mahir Serbikevin.”

Hevserokê Meclisa Xanesorê Salih Xidir jî wiha peyîvî; “Em bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Em li ser navê hemû saziyên me yên li Şengalê sersaxî ji bo malbatê dixwazin. Bila hemû kes bizane wê tola yên ji bo azadî û mirovahiyê şehîd bûne bê hildan.”

Di dawiyê de jî li ser navê Malbatên Şehîdan ên Şengalê Xelîl Salih jî axivî û got; “Em di kesayeta Şehîd Mahir de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Emê yên canê xwe ji bo Êzidxanê kirine mertal ji bîr nekin. Emê şopdarê wan bin û bila dijmin baş bizane emê têkoşîna wan berdewam bikin.”

Piştî axaftinan cenazeye Şehîd Mahir Serhad bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî serok Apo’ hate spartina axê.