Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne

Ji ber guncawbûna wê ji rewşa hewayê ya deverên rojhilat li navçeya Şedadê û kêm lêçûna wê û peydabûna madeyên avakirinê, şênî xaniyên kelpîç tercîh dikin.

Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
Xaniyên ji heriyê, şêwaza bingehîn a niştecihbûnê ne
31 tebax, 2018   07:41

TALAL HISÊN / HESEKÊ

Gundên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê bi xaniyên herî tên naskirin. Ev şêwaza mîmariyê ji hezaran salan ve ji ber guncawbûna wê ji rewşên hawayê yên demsalên havîn û zivistanê li herêmê tê avakirin.

Xaniyên herî berovajî xaniyên çîmento, ji germahî û sarbûnê re ciyaker in. Ruxmî ku xaniyên çîmento li herêmê belav bûne, lê gelek şênî xaniyên kelpîç tercîh dikin.

Prosesa avakirinê ji çêkirina kelpîçê dest pê dike. Destpêkê herî di qaliban de tê lêkirin û li ber rokê tê zuhakirin. Ev kar di demsalên havîn û payîzê de pêk tê.

Kelpîç ji ax, ka û avê pêk tê. Hemû tişt bi nav hev dixin û dibin hevîrek ter. Piştî wê dixin qalibên ku pîvana wê, 60 û 35 cm û bi bilindahiya 15 cm. Ev qalib heta 3-5 rojan zuha dibin û piştre di avakirinê de tên bikaranîn.

Gelek pîşesazên avakirinê li herêmên rojhilat hunera mîmarê bi heriyê dizanin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ehmed Hisên ê ji gundê El-Herîrî yê girêdayî navçeya Şedadê, got ew xaniyên herî dipejrîne, ji ber ku ew çand û kevneşopiya herêmê vedibêjin.

Hisên destnîşan kir ku şênî ji ber guncawbûna xaniyên herî ji sermayê û germê re û kêm lêçûna avakirinê, xaniyên bi heriyê ava dikin.

(şx)

ANHA