Dayikeke efrînî û bîranînên bi Ocalan re

Dayika şehîd Selam Fîdan Faêq 5 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Di her cerekê de tiştên nû jê fêr dibe. Dayika Fîdan rêya azadiyê dişopîne û ewladên xwe fêrî vê rêgezê dike.

Dayikeke efrînî û bîranînên bi Ocalan re
31 tebax, 2018   07:48

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema derbasî Sûriyeyê bû, bi hejmarek malbatan re civiya. Ocalan ji bo azadî û şopandina rêya xelasiyê ji pergalên desthilat ve rê ji wan re ronî kir.

Ji wan dayikan yek jî Fîdan Faêq e. Dayika Fîdan ji gundê Hec Xelîl ê girêdayî herêma Reco ya kantona Efrînê ye. 5 caran bi Ocalan re civiyaye û di her carekê de tişteke nû girêdayî azadî û têkoşîna azadiya jinan ji pergalên bindest re jê fêr dibe.

Hevdîtina yekemîn

Dayika Fîdan cara yekemîn di mala xwe de ya ku dikeve taxa Hemedaniyê li bajarê Helebê di salên 90’î de bi Ocalan re dicive. Dayika Fîdan fikrên Ocalan ên azadiyê bihîstibûn lê Ocalan hîna nedîtibû.

Girêdayî vê mijarê Fîdan wiha dibêje: "Dema min zanî ku ez ê Rêberê Gelê Kurd bibînim, ez di nav kelecan û heyacanê de bûm."

Doza jinan ji nîqaşên sereke yên Ocalan in

Dayika Fîdan wiha axivî: "Di piraniya civînên Rêber Ocalan de dozên jinan û azadiya wê ji pergalên mêrdestiyê dihatin nîqaşkirin. Her wiha fêrbûn ku çawa Ocalan karî kêmasiyên jiyana xwe veguherîne dozên ku ji bo wê têkoşînê bike.” 

Dayika Fîdan diyar kir ku wê zarokên xwe li ser fikrên Ocalan mezin kirin û wiha got: "Kurê min ê mezin di xwendinê de yê herî serkeftî bû. Ji ber wê û ji bo temamkirina xwendina xwe, pêşniyar kir ku bişînin Almanyayê. Lê ew razî nebû û rêya têkoşînê hilbijart, tev li nav refên tevgera azadiyê bû û ji bo azadiya gelên xwe şehîd bû."

Ocalan hê jî hewl dide hemû gelan rizgar bike

Dayika Fîdan destnîşan kir ku ji ber şarezahiyên Ocalan, hemû kesên pê re rûdinin, bi wî ve tên girêdan û bi rêgezên wî yên ku ji bo azadiya gelan tê koşiya û hê jî tê dikoşe, bawer dikin.

Dayika Fîdan tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike şermezar kir û tekez kir ku ev tecrîd exlaq û qanûnên navdewletî binpê dike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze Ocalan ji gelên ku bi fikr û rêgeza wî bawer in dûr bixe û vîna gelan bişikîne. Lê planên dewleta Tirk têk çûn ji ber ku gelan fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh û li ser dimeşin."

(şx-ew)

ANHA