Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn

Navenda Ş.Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo, endamê xwe yê berê Ş.Dilgeş di salvegera şehadeta wî ya 3'yemîn de bi maresîmekê bi bîr anî.

Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn
Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn
Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn
Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn
Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn
Endamê Tevgera Çand û Hunerê şehîd Dilgeş hate bi bîranîn
30 tebax, 2018   19:58

QAMIŞLO

Merasîm îro li Akademiya Ş.Yekta Herkol pêk hat. Tevî hevrêyên Ş.Dilgeş endamên saziyên sivîl û hejmarek hunermend beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêhevalê Ş.Dilgeş Sebxat Mele Beşîr axivî û pesna fedekariyên ewladên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiya gelan û xelasiya ji çeteyan kir û wiha got: "Ş.Dilgeş mînaka rihê hevaltiya rastîn e, li ser fikr û felsefeya Rêber Ocalan mezin bûye. Ş.Dilgeş soza şopandina rêya şoreşê da û gihaşt asta şehadetê."

Piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Karker Hisên axivî û got: "Madem têkoşerên ku rêya şehîdan didomînin hene, dê armancên ku ji bo wan şehîd ketine, pêk werin. Em soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin."

Paşê endamê Navenda Hêzil a Çand û Hunerê Kadar Hisên axivî û bal kişand ser girîngiya çand û huner di jiyan gelan de. Her wiha bi nasnameya gelan pênase kir. Hisên pêwîstiya vejînkirin û pêşxistina çand û hunera gelan tekez kir. Di dawiyê de Hisên destnîşan kir ku Ş.Dilgeş mînaka hunermendê ku bi çand û hunerê gel û civakê xwe girêdayî bû.

Paşê jî komên Ş.Viyan û Ş.Dilgeş stranên şoreşgrî û gelêrî pêşkeş kirin. Her wiha rêhevalên Ş.Dilgeş stranên ku şehîd nivîsandibû stran.

Di dawiya merasîmê de bi dehan şênî berê xwe dan goristana Ş.Dilşêr a li gundê Doker û serdana gorê şehîd kirin.

(şx)

ANHA