Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê

Welat Îsa ango Şoreş xebatên çandê û ciwanan bes nabîne û tev li refên YPG'ê dibe. Ji hevalên xwe re çavkaniya hêz û berdewama xeta berxwedanê bû. Di cenga girê Qestelê û taxa Eşrefiyê de piştî berxwedaneke bêhempa ku bi rizgarkirina taxê bi encam dibe, tev li kerwanê şehîdan bû.

Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
Şehîd Şoreş; çavkaniya hêz û berxwedanê
31 tebax, 2018   05:08

ŞÎNDA EKREM / EFRÎN

Welat Îsa, bi nasnav Şoreş, ji gundê Derwîş ê navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê yê kantona Efrînê ye. Malbata Welat ji salên 90'î ve tevgera rizgariya Kurdistanê dinase û ji wê demê ve di nava tevgerê de kar û xebatê dike.

Dayika wî Nazilê wiha dibêje: "Min baş kurê xwe Welat nedît, ez jê têr nebûm, ji ber ku ji zarokatiya xwe ve tev li çalakiyên tevgerê bû û malbat hişt."

Dayika Welat gotineke kurê xwe bi bîr tîne û vî tiştî tîne ziman: "Rojek bû, got ez ê mîna kevokan bi azadî li esman bifirim, me got çi dibêje ez ji te fam nakim, got tê paşê fam bikî."

Welatî Îsa, ji kevokan pir hez dikir, li mal kevok xwedî dikirin û wexta xwe li gel wan derbas dikir. Kevok ji xwe re wekî heval didîtin.

Welat, di sala 2009'an de cihê xwe di koma hunerê ya Qendîl a girêdayî taxa Eşrefiyê ya Helebê de girt û ji ber zextên rêjîmê kar bi rengekî veşartî dikir û bi rêya hevalên xwe yên çandê Tevgera Ciwanên Şoreşgerî nas dike û di nava tevgerê de jî kar dike.

Bi damezirandina YPG'ê re, Welat ji kesên destpêkê ye ku tev li refên YPG'ê dibe.

Ciwan Kobanê, li taxa Eşrefiyê di sala 2009'an de Welat di nava karê ciwanan de nas dike û wiha dibêje: "Me bi şev û roj veşartî kar dikir, ji ber zextên rêjîmê. Şoreş mirovekî pir bi disîplin bû, wexta xwe vala derbas nedikir, ji me re çavkaniya hêz û moralê bû. Li hemberî her keleman disekinî û karê xwe berdewam dikir."

Cîrana malbata Şoreş jî dibêje "Welat mîna kurê wî bû, ew û zarokên me bi hev re karê çandê dikirin. Gelekî li mala me ma."

Hevala şehîd Şoreş, Amed Kendal hin bîranên xwe yên bi şehîd Şoreş re bi bîr tîne û wiha tîne ziman:  "Hîna destpêka şoreşê bû, pêwîstî bi perwerdekirina ciwanan hebû. Me hin ciwan kom kirin da ku wan bişînin perwerdeya Efrînê, Welat di nav de bû, her israr dikir ku tev li perwerdeyê bibe."

Welat tevlêbûna nava karê çandê û ciwanan bes nedît, bi destpêka damezirandina YPG'ê re di sala 2011'an de tev li refên YPG'ê dibe û nave Şoreş li xwe dike.

Li Efrînê 22 rojan perwerdeyê dibîne, li vir nasîna wî ya fikrên tevgerê zêdetir dibe û gelek hevalên wî çêdibin.

Şiyar Agirî di perwerdeyê de Şoreş nas dike û têkildarî wî wiha dibêje: "Şoreş bi rihê xwe yê şoreşgerî dihat naskirin, ji aliyê hemû hevalan ve dihat hezkirin, karê xwe bi rêk û pêk dikir. Xwesteka wî ya ji nîqaşan re baş bû."

Piştî perwerdeya leşkerî û fikrî li Efrînê dîsa vedigere Helebê. Di sibata 2013'an de herêma Efrînê rastî êrîşên komên çete yên Cehbet El-Nusra tê, herî zêde girê Qestelê para xwe ji êrîşan digire. Şoreş ji şervanên yekemîn bû ku cihê xwe di berxwedana girê Qestelê de girt.

Şiyar Agirî, kêliyên wê berxwedanê bi bîr tîne û wiha dibêje: "Min ji hevalan pirsa Şoreş kir, gotin li ser gir e, şerê çeteyan dike. Çend deqeyan şer sekinî, Şoreş hat li rewşa hevalan pirsî, min lê nêrî, bi rûyekî ken li min nêrî. Min got Şoreş tu li vir î, min ji hevalan li te birsî, gotin li şer e, baş e ku min tu dîtî."

Komên çete bi desteka rêjîmê êrîşên xwe yên li ser taxên Kurdan ên Helebê dijwar kirin. Hêzên YPG/ YPJ'ê qawet ji Efrînê xwestin. Li ser vê yekê hejmarek şervan di nav de Şoreş jî, berê xwe didin Helebê. Koma bi navê Siqûr El-Cebet bi desteka rêjîmê hewl da derbasî taxa Kolana 15 bibe. Şoreş û hevalên xwe hewldana wan têk bir, Şoreş jî piştî berxwedaneke mezin di 9'ê Sibata 2013'an de tev li kerwanê azadiyê bû.

Şêx Kobanê, ji taxa Eşrefiyê ye, şahidiya berxwedana Şoreş kir û wiha dibêje: "Hevalan bombeyek dane min da ku em xwe pê biparêzin. Derfet kêm bû, lê berxwedana hêzeke mezin da me, em bûne wekî pêtên agir li hemberî êrîşan."

Şêx Kobanê wiha dirêjiyê dide gotinên xwe: "Erebeyek çeteyan bi aliyê me dihat, li Kolana 15 Şoreş dema xwest aliyên di cadeyê derbas bike, rastî guleya sekvanên çeteyan hat û şehîd bû, şervanan berxwedana xwe dewam kir û êrîş şikandin. Bi xwîna şehîd Şoreş û hevalên wî tax rizgar bû."

Dayika şehîd Şoreş wiha qala xeberê şehadeta Şoreş dike: "Zivistan bû, saet 6'ê sibehe ez pir bi fikar bûm, bala min li Şoreş û hevalên wî, piştî çendekê du kes derbas bûn û pirsa bavê Şoreş kir. Bavê Şoreş ku ne amade bû, gotin ew piştî saeteke din vegerin. Piştî saetekê min bihist ku Şoreş şehîd bû û Kolana 15 rizgar bû."

Dayika Nazilê wiha dibêje: "Şoreş beriya ku şehîd bikeve ji min re got dayikê êdî ji min re nebêje vegere mal, ez jî wekî hevalên xwe me, malbatên wan jî hene, dilê her kesî li ser zarokên wan e. Ez jî bi şehadeta kurê xwe serbilind im."

(bb)

ANHA