Çeteyên dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Coqa yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê welatiyek revandin, piştî êşkence kirin, erebeya wî dizîn.

Çeteyên dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomînin
30 tebax, 2018   19:25

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên der mirovî li dijî sivîlên Efrînê didomînin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, welatiyê bi navê Hisên Ebdulrehman Reşo (38) ê ji gundê Coqa yê navçeya Mabata û li taxa Mehmûdiya ya bajarê Efrînê dibîme, ji aliyê çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" hat revandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin çeteyan Hisên êşkece kirin û erebeyan wî jî dizîn û birin cihekî ne diyar.

Heman çavkaniyî da zanîn ku Hisên Ebdulrehman nexweş e.

ANHA