Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn

Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê bi merasîman hatin bi bîranîn. Di merasînê de Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo nasnameyek şehîdekî Berxwedana Serdemê hate aşkerekirin.

Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
30 tebax, 2018   19:11

QAMIŞLO

Bi sedan mablatên şehîdên Qamişlo ku wêneyên zarên xwe yên şehîd û çîçek hilgirtibûn berê xwe dane goristana şehîd Delîl Sarûxan ku merasîmê bîranînê lê hatibû lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê jî Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê YPG‘ê ji Til Hemîsê Fewzî Hesen (Rênas Umerî) ku di pêngava Berxwedana Serdemê de şehîd bibû aşkere kir û wesîqeya wî radestî malbata wî kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Elî Umer axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û ev tişt bi lêv kir, "Di kesayeta van şehîdan em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tinên û bejna xwe ji hember fedekariya wan ditewînin. Bi hezaran şehîd bûn da ku dara azadiyê av bidin, roj bi roj dara azadiyê bi xwîna şehîdan geş dibe."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî sersaxi ji malbata şehîd Rênas re xwest  û got şehîd pêşengên me yên manewî ne.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêşkêşî malbatên wan kirin.

Di dawiya mersîmê de malbatên şehîdan çîçek li ser gorên şehîdan danîn.

HESEKÊ

Li Hesekê jî merasîmê bîranîna şehîdên meha Tebaxê ji goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate lidarxistin. Bi dehan malbatê şehîda beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê hemû şehîd bi bîr anî û soza xwedî derketina li şehîdan da.

Fermandarê YPG‘ê Ziyab Mekê jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Her wiha rêvebera Kongreya Star Şirîn Oso şehîdên meha Tebaxê, fermandar Egît bi bîr anî û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiyê de, wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girse find li ser gorên şehîdan vêxistin.

KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê bi heman armancê serdana goristana Şehîd Dicle kirin û find li ser gorên şehîdan vêxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Xelîl Ehmed axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Xelîl tekez kir ku şehîd sembolên herî pîroz in, her yek yek deyndarê şehîdan e.

Xelîl Ehmed soza şopandina xeta şehîdan da.

Şêniyan find li ser gorên şehîdan vêxistin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.