Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin

Welatiyên  herêma  Serêkaniyê  cenazeyê  şervanê YPG`ê Îbrahîm Derwîş (Aram Kobanê)li goristana  şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kir.

Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
Îbrahîm Derwîş li Serêkaniyê hat oxir kirin
30 tebax, 2018   16:40

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG`ê Îbrahîm Derwîş (Aram Kobanê) ku di 29`ê Tebaxê 2018‘an de di encama qezaya tirafîke de şehîd bibû, li ber Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê kom bibûn. Piştî ku cenaze  wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê rêveberê meclisê Cesûr Ehmed axaftin kir. Ehmed got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîd Aram û hemû şehîdên ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.‘‘

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan werin derketin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîd hatin xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG`ê cenazeyê hevalê  xwe bi dirûşmên ``Şehîd namirin`` veşartin.

(sx)

ANHA