Li Amûdê merasîmê oxirkirin û biranîna şehîdan

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Kazim Hac Yûnis (Rojava) li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir oxir kir. Di merasîm de cangoriyên meha Tebaxê hatin bi bîranîn.

Li Amûdê merasîmê oxirkirin û biranîna şehîdan
Li Amûdê merasîmê oxirkirin û biranîna şehîdan
Li Amûdê merasîmê oxirkirin û biranîna şehîdan
Li Amûdê merasîmê oxirkirin û biranîna şehîdan
Li Amûdê merasîmê oxirkirin û biranîna şehîdan
30 tebax, 2018   18:12

QAMIŞLO

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, beşdarî merasîmê oxirkirina şervanê YPG‘ê Kazim Hac Yûnis ê ku li ser karê xwe şehî bibû, bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Ferso sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd Kazim beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê ji komên çete bûn.

Di merasîsmê de, ji fermandarên YPG‘ê Berxwedan Amûdê axaftin kir û diyar kir ku şehîd Kazim ji destpêka Şoreşa Rojava ve heya roja şehadeta xwe bi qehremanî li ser xwe de. Bexwedan soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girse cenaze di nava dirûşmeyan de spartin axê.

Şehîdên meha Tebaxê hatin bi bîranîn

Piştî defikirina cenaze, şêniyan 22 cangoriyên meha tebaxê yê li goristana Şehîd Ismaîl Hogir hatin veşartin bi bîr anîn.

Endamê Melcisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî û Endama Kongreya Star Mîra Zora axivîn.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin ew ê xeta şehîdên xwe temam bikin.

Helbestvan Ferhadê Merdê li ser şehîdan û dayikên wan helbest xwendin.

Di dawiya merasîmê de nasnemayên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA