Li Myanmarê bendav hilweşiya; 80 gund di bin avê de man

Li Myanmarê bendavek hate hilweşandin. Di encama wê de nêzî 85 gund di bin avê de man û zêdetirî 63 hezar kes neçarî koçberiyê bûn.

Li Myanmarê bendav hilweşiya; 80 gund di bin avê de man
30 tebax, 2018   08:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemiyê li Myanmarê di encama hilweşandina bendavekê nêzî 85 gund di bin avê de man, rêyên sereke li herêmê hatin girtin, her wiha zêdetirî 63 hezar kes neçarî koçberiyê bûn.

Rojnameya Rûsiya Todey diyar kir ku tîmên rizgarkirinê berê xwe da cihê bûyerê da ku alîkariya welatiyan bikin.

(bx)