Xebatên Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê

Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê ya girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, rojane 190 nexweşan derman dike û ji wan re dermanan bê pere pêşkêş dike.

Xebatên Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê
Xebatên Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê
Xebatên Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê
Xebatên Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê
Xebatên Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê
29 tebax, 2018   08:37

EHMED EL-ESAF / REQA

Komeleya El-Sewsen a Tenduristiyê bi armanca dermankirin û pêşkêşkirina dermanan ji şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê re, di 3'yê Tîrmeha îsal de hate vekirin.

Komele ji beşên tîmargeh, hemşîre, zarok, nexweşiyên hundirîn û jinan, taqîgeh û dermanxeneyekê pêk tê. Komele rojane 190 nexweşan pêşwazî dike. Dermanên pêwîst ji wan re bê pere pêşkêş dike.

Li gorî endamê rêveber ê Komeleyê Ibrahîm El-Mihbaş nexweş ji aliyê bijîşkên pispor ve tên muayenekirin û li gorî pêwîstiyan ji taqîgehê re tên şandin û ev xebat hemû bê pere tên pêşkêşkirin.

Tevî komeleyê jî, noqteyek tenduristiyê ya gerok a ku bi hemû pêdiviyên tenduristiyê hatiye amadekirin rojane di nav gundên gundewarên rojhilatê Reqayê de digere.

Tê zanîn ku ji ber kêmbûna navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan li gundewarên rojhilatê Reqayê komele hate vekirin.

(şx)

ANHA