Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya xwendinê têne kirin

KPC-D’yê piştî ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê sala xwendinê ya borî li herêma Şehbayê bi derengî bi dawî kir, niha jî amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya nû dike.

Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya xwendinê têne kirin
Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya xwendinê têne kirin
Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya xwendinê têne kirin
Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya xwendinê têne kirin
Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya xwendinê têne kirin
29 tebax, 2018   08:44

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê şêniyên herêmê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û li herêma Şehbayê bi cih bibin. Ji ber wê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) li herêma Şehbayê, gundewarên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ji nû ve dest bi sala xwendinê ji xwendekarên astên seretayî, amadeyî û navîn re kir û di 1`ê Tebaxê de bi dawî bû.

Komîte amadekariyên sala xwendinê ya nû dike. Wekî ku hatiye payîn dê di 15`ê Îlonê de sala xwendinê dest pê bike. Komîteyê dest bi amadekirina dibistanan û sererastkirina wan kiriye.  

Qeydkirina navên xwendekaran didome. Heta niha di asta seretayî de 5 hezar xwendekaran navên xwe qeyd kirine, asta navîn nêzî 800 xwendekar û di asta amadeyî de 450 xwendekar.

Komîteyê 940 mamoste ji bo sala xwendinê ya nû amade kirine. Mamoste dê li gorî materyalên nû dersan bidin, her wiha komîteyê pirtûk ji hemû astan re peyda kirine.

Ji rêveberên KPC-D`ê ya Efrînê Bêrîvan Xelîl got wan biryar da ku dibistanan li 32 gundên herêma Şehbayê vekin û niha ew dibistan têne amadekirin.

Bêrîvan destnîşan kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê beriya 2 salan li ser herêmê hemû dibistan hatine rûxandin, ji ber wê piştî ku destûr ji xwediyên dikan û malan girtin, ew ê wan deveran bikin dibistan. Bêrîvan diyar kir ku hindek dibistan hene pêwîst e werin sererastkirin û niha ew ji bo vê yekê dixebitin.

Di vê çarçoveyê de yek ji berpirsên Komîteya Xizmetguzariyê ya KPC-D`ê Mihemed Kele Xeyrî diyar kir ku wan li gundên ku dibistan lê tune ne yan jî dibistanên wan hatine rûxandin, 5 xanî diyar kirine.

Kele Xeyrî destnîşan kir ku wan hemû pêwîstiyên xwendinê amade kirine û tekez kir ku demsala zivistanê nêz dibe, ji ber wê pêwîst e amadekariyên xwe bikin.

Li gorî hate diyarkirin heta niha ji eslê 50 dibistanan 30 dibistan li herêma Şehbayê û 4 dibistan li navçeya Şêrawa hatine amadekirin û dê komîte li gund, bajarok û bajaran dibistanan li gorî pêwîstiyan veke.

(bx)

ANHA