Li Bakurê Sûriyê yekemîn dewreya Komondos

Akademiya Komondos a li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî,l yekemîn dewreya perwerdê ya hêzên taybet li ser asta Bakurê Sûriyê bi navê Dewreya Ş.Şiyar Efrîn bi merasîmekê vekir.

Li Bakurê Sûriyê yekemîn dewreya Komondos
Li Bakurê Sûriyê yekemîn dewreya Komondos
Li Bakurê Sûriyê yekemîn dewreya Komondos
Li Bakurê Sûriyê yekemîn dewreya Komondos
28 tebax, 2018   16:35

GIRÊ SPÎ

60 ciwan ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê tevlî perwerdê bûne. Dewreya perwerdê ku wê 6 mehan dewam bike, wê waneyên birdozî û leşkerî taybetʺşerê kolananʺ û hemû hunerên din ên şer werin dayîn.

Di merasîma vekirinê de, bi dehan fermandarên QSD, YPJ û Dispilina Leşkerî amade bûn.

Merasîm bi axaftina yek ji fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê destpê kir. Kobanê vekirina dewreyê li ciwanên ku beşdarî bûne pîroz kir û ji wan xwest ku bi erka xwe derbarê rewşa ku herêm têre derbas dibe, rabin.

Paşê ciwanên ku tevlî bûne, sond xwarin. Merasîm bi dûrişmeyan dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Ş.Şiyar Efrîn yek ji fermandarên yekîneyên taybet bû û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbû.

(kc)

ANHA