Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû

Hêzên Ewlehiya Hundirîn yekemîn dewreya perwerdeyê ya parastina sivîl li bajarê Reqayê bi merasîmekê bi dawî kir.

Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
Li Reqayê yekemîn dewreya hêzên parastina sivîl bi dawî bû
28 tebax, 2018   12:56

REQA

Merasîma bidawîkirina dewreyê li Miduriyeta Veguhestinê hate lidarxistin. Endamên hêzên Parastina Hundirîn a Reqayê, nûnerên Koalîsyona Navdewletî, hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê Abid El-Hamid El-Mehbaş û Leyla Mustefa tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû endaman pîroz kir û got heke bûyerên awarte li Reqa û gundewarên wê çêbin, hemû endam dê di xizmetê de bin.

Yek ji rêveberên hêzên Ewlehiya Hundirîn Selahedîn El-Elî got parastina sivîl pir girîng e, erka wan ku di rewşên awarte de alîkariya sivîlan dikin û parastina sivîl 24 saetan di xizmeta şêniyan de ye.

Dewreya perwerdeyê 4 mehan bi tevlêbûna 33 ciwanan dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî, exlaqî û perwerdeyên li ser çawaniya parastina sivîl hatin dîtin.

(bx)

ANHA