Li Cerablûsê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li bajarê Cereblûsê yê rojhilatê parêzgeha Helebê polîsên  çeteyan yek ji çeteyên El-Cebha El-Şamiyê girtin û ew bi hinceta ku endamekî ji şaneyên veşartî yê çeteyên DAIŞ`ê ye tewan bar kir. Di encama wê de şer di navbera çeteyên artêşa tirk a dagirker de derket.

Li Cerablûsê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket
28 tebax, 2018   12:30

ŞEHBA

Şer û nakokiyên di navbera çeteyên artêşa tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine didome.

Îro jî li bajarê Cerablûsê di navbera çeteyên El-Cebha El-Şamiye û endamên polîsên çeteyên girêdayî dagirkeriya tirkiyê de şerê dijwar derket. Di encama wê de kuştî û birîndar ji herdû aliyan çêbûn.

Her wiha çete li bajêr bi awayekî zêde belav dibin. Li gorî agahiyan polîsên çeteyan serçeteyê El-Cebha El-Şamiye Ebu Umer Meskene girtine.

(bx)

ANHA