Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji bo malbatên 3 şervanên YPG`ê û Hêzên Parastina Gel (HPG) ku li cih û demên cuda şehîd bûne, xwest.

Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
Li Kobanê sersaxiya 3 şehîdan
28 tebax, 2018   10:49

KOBANÊ

Şêniyên Kobanê, endam û rêveberên saziyên sivîl û leşkerî ji malbatên şehîd Îsmaîl Beşar (Mezlûm Kobanê) ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, Mihemed Heso (Rustem Kobanê) û Egîd Kino (Comerd Kobanê) re ku di dema erka xwe ya leşkerî li Tebqayê de şehîd bûn, sersaxî xwest.

Konê sersaxiyê yê şehîd Mezlûm Kobanê li pêşiya Qada Azadî ya navenda bajarê Kobanê hate vedan. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) Çiya Welat axivî û sersaxî ji malbata şehîd Mezlûm re xwest û got şehîd Mezlûm tu carî ferq û cudatî nedixist navbera bajarên Rojava, her tim digot heta yek ji parçeyên Kurdistanê dagirkirî be, heta ku dayikek ji dayikên Kurdan digirî ew dê têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina Kurdistanê berdewam bike hate ku bigihîje asta şehadetê.

Birayê şehîd Mezlûm, Xebat Beşar destnîşan kir ku wan dixwest birayê wî xwendina xwe bidomîne lê wî rêya têkoşîn û parastina xaka welat ji xwe re hilbijart û di oxira wê de gihaşt asta şehadetê.

Paşê kesên hazir sersaxî ji malbata şehîd Mezlûm re xwest û berê xwe da gundê Donxiz da ku sersaxiyê ji malbatên şehîd Mihemed û Egîd re bixwazin.

(bx)

ANHA