Alîkarî li zarokên kampa Eyn Îsa hate belavkirin

Rêveberiya kampa Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi hevkariya UNICEF’ê 7 hezar qufikên alîkariyê li zarokan belav kirin.

Alîkarî li zarokên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
Alîkarî li zarokên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
Alîkarî li zarokên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
Alîkarî li zarokên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
Alîkarî li zarokên kampa Eyn Îsa hate belavkirin
28 tebax, 2018   10:30

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya kampa Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi hevkariya rêxistina UNICEF 7 hezar qufikên alîkariyê yên cil û bergan û madeyên paqijiyê li zarokan belav kirin. Alîkarî li zarokên heta temenê 14 saliyê hatin belavkirin.

Rêveberê kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf diyar kir ku dê alîkariyê li giştî zarokên kampê belav bikin.

Di kampa Eyn Îsa de bêtirî 13 hezar koçberên deverên cuda yên Sûriyeyê hatine bicihkirin.

ANHA