Di navbera rêjîma Sûriyeyê û Îranê de hevpeymaneke nû

Wezîrên parastinê yên Sûriye û Îranê lihevkirineke nû ya leşkerî û parastinê di navbera her du welatan de îmze kir.

Di navbera rêjîma Sûriyeyê û Îranê de hevpeymaneke nû
28 tebax, 2018   10:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Tesnîm li ser zimanê wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatimî diyar kir ku armanca wan ji îmezkirina lihevkirinê ku binesaziya parastinê ya Sûriyeyê ya ku dibe bingeha sereke ji bo parastina aştiyê, di navbera her du welatan de xurt bibe.

Her wiha hate gotin ku Komara Sûriyeyê aloziyê derbas dike û derbasî asta ji nûveavakirinê dibe.

Li gorî ajansa Tesnîm diyar kir, wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatimî bi wezîrê parastinê yê Sûriyeyê Elî Abdullah Eyûb û serokê rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Esed re hevdîtinek pêk anî. Hatimî destnîşan kir ku lihevkirina alîkariya leşkerî û parastinê dihêle ku hebûna Îranê li Sûriyeyê bidome.

Îran hewl dide hebûna xwe li Sûriyeyê ji ber zexta ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ku dixwaze ji xaka Sûriyeyê derkeve, rewa bike.

(bx)