Li Kobanê bermahiyên şer kêm dibin

Rêjeya gemarbûnê ku ji ber bermahiyên şerên li bajêr derketibû, piştî zêdetirî 3 salan li Kobanê kêm bû.

Li Kobanê bermahiyên şer kêm dibin
Li Kobanê bermahiyên şer kêm dibin
Li Kobanê bermahiyên şer kêm dibin
Li Kobanê bermahiyên şer kêm dibin
28 tebax, 2018   08:49

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Li bajarê Kobanê di salên 2014 û 2015'an de şerên gelek dijwar di navbera DAIŞ û YPG/YPJ'ê de rû dan. Di encamê de bajar wêran bû û bi hezaran mal rûxiyan.

Li gorî Komîteya Jinûveavakirinê ya Kobanê, zêdetirî ji sedî 70'ê ji xaniyên bajêr wêran bûne. Ji sedî 40 bi temamî rûxiyane û ji sedî 30 bi awayekî beşî wêran bûn. Bi taybet li bakur û navenda bajêr û taxa Botan a rojava.

Di encama şerên ku zêdetirî 3 mehan dom kir de, binezasiya bajêr tevî rêyan gelek zirar dît. Parkên giştî û bi hezar dar wêran bûn.

Ev rewş, şênî û Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê xistin bin barê berpirsyariyê jinûveavakirina bajêr û bi taybet piştî belvbûna gemarbûnê li bajêr.

Destpêkê gelek rêxistinan soza alîkariyê da, lê piştî destpêkirina xebatên jinûveavakirinê, piraniya wan rêxistinan sozên xwe bi cih neanîn. Ji ber wê qadên mezin di nav bajêr de nehatin avakirin û qadek biçûk li bakurê Kobanê ji bo derbirîna berxwedana YPG û YPJ'ê ji muzexaneyekê re hate veguhestin. 

Piştî 3 salan xuyanga bajêr cuda bûye. Şaredariya Gel bi hezaran dar çandin. Piraniya xanî û avahiyên giştî ji nû ve hatin sererastkirin.

Ev çend dîmen çîroka vî bajarî vedibêjin.

(şx)

ANHA