Komîteya Aborî bacên gumrikê li ser kelûpelên tirkî  zêde dike

Komîteya Aborî ya Koordînasyona Bazirganî û Rêveberiya Giştî ya Gumrikan li Bakurê Sûriyeyê, di civîna xwe ya mehane de biryara zêdekirina  bacan li ser kelûpelên tirkî da.

Komîteya Aborî bacên gumrikê li ser kelûpelên tirkî  zêde dike
28 tebax, 2018   07:48

ÛDEY EL-EHEMD / TEBQA

Di hevdîtinek bi ajansa me re hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ehmed El-Silêman li ser biryarên civîna mehane ya Koordînasyona Bazirganiyê û Rêveberiya Gumrika Giştî li Bakurê Sûriyeyê derketine axivî û wiha got: "Bi armanca pêkanîna hevsengiyê û sûdgirtina welatiyan bi hemû çînên xwe, me tevgera sûkê ya girêdayî peydakirina pêdivî û madeyên bazirganiyê li Bakurê Sûriyeyê nirxand."

El-Silêman diyar kir ku ji girîngtirîn mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin û li ser wê biryar hatin dayîn, zêdekirina bacên gumrikê li ser hemû kelûpelên ku ji Tirkiyeyê tên û wiha pê de çû: "Ev biryar berteka pozbilindiya dewlet Tirk e. Piştî gelek nirxandin ji aliyê fenî û aborî ve û ji bo rê li hember bazirganîkirina kelûpelên Tirkiyeyê bê girtin, hate dayîn. Dewleta Tirk qezanca van kelûpelan ji bo kirîna çekên ku pê gelê Sûriyeyê dikuje, bi kar tîne."

Ji ber cezayên Amerîkayê, nirxê pereyên Tirkiyê daket astên herî kêm ji beriya dehan salan. Ji sedî 40 ji nirxê wê kêm bûye.

El-Silêman diyar kir ku ew weke Komîteya Aborî ji bo peydakirina pêwîstiyên welatiyan gelek projeyên pîşeyî, çandinî û bazirganî bi cih tînin.

Her wiha El-Silêman destnîşan kir ku di civînê de hilberîna çandinî û sewalvaniyê û planên ji bo pêşxistina her du waran li herêmê hatin nîqaşkirin.

Dê tov, semad û madeya mazotê ji cotkaran re bê peydakirin. Her wiha ji bo sewalan jî dê êm, dermanên beyterî û aşle bê peydakirin û medcene û cihê çêlan bê amadekirin.

Her wiha ji ber ku herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet herêmên ku nû ji aliyê QSD'ê ve hatine rizgarkirin, ji aliyê tevgera mîmarî ve gelekî geş bûye. Ji lew re dê bacên madeyên avahiyan bi temamî bên rakirin.

Di dawiya axaftina xwe de El-Silêman wiha got: "Rola me li ser peydakirina pêwîstiya her mirovek û parastina bazirgan ava dibe. Bazirganên ku li gorî şertên komîte û karîgeriyan dixebitin, rolên sereke di avakirina vî welatî û pêşxistina aboriya wî, heta peydakirina debara xwe bi xwe de dilîzin. "

(şx)

ANHA