Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin

Amadekariyên vekirina yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê tê kirin.

Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin
Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin
Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin
Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin
Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin
Nexweşxaneya çav û dil li ser asta herêma Cizîrê tê vekirin
28 tebax, 2018   06:25

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê amadekariyên vekirina yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo dike.

Komîteyê ji beriya 3 salan ve bingeha nexweşxaneyê daniye, tê payîn ku nexweşxane du mehên din bikeve xizmetê.

Rêveberê nexweşxaneyê Mihemed Kermo armanca vekirina nexweşxaneyê diyar kir û wiha got: "Me xwest alîkariya welatiyên herêmê Cizîrê bikin, ji ber ku nexweşxaneya van nexweşiyan li vir tune ye, nemaze ku nexweş derdiketin derve û mesrefeke giran xerc dikirin.

Mihemed Kermo destnîşan kir ku amadekariyên nexweşxaneyê di merheleyên xwe yên dawîn de ye, tê payîn ku du mehên din were vekirin û bikeve xizmetê. Kermo da zanîn ku wan alîkarî ji rêxistinên derve negirt, Desteya Tenduristiyê budçeya nexweşxaneyê û peydakirina alavên wê girt ser xwe.

Li ser kadroyên ku dê di nexweşxaneyê de bixebitin, Kermo destnîşan kir ku kadroyên pispor di aliyê çav û dil de hene, xwendekarên Akademiya Rojava ya Tenduristiyê di demên pêş de dê di nexweşxaneyê de werin xebitandin û wiha domand: "Dixtorên di warê dil û çav de dikarin di nexweşxaneyê de kar bikin, me vexwendname ji gelek bijîşkên herêmê re şandine da ku di nexweşxaneyê de kar bikin."

(bb)

ANHA