‘Bibin yek û pîrozgehên Efrînê biparêzin‘

Pêkhateyên herêma Cizîrê li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê yên rûxandina goristanan û talankirina deverên dîrokî bang kir.

‘Bibin yek û pîrozgehên Efrînê biparêzin‘
28 tebax, 2018   06:32

ÎBRAHÎM EL-EHMED – COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên xwe, 18‘ê Adarê piştî ku bi teknîka herî pêşketî êrîş kir, Efrînê dagir kir. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de, goristan, deverên dîrokî û saziyên xizmetguzariyê rûxandin, bêyî ku helwest ji aliyê civaka navdewletî ve derkeve.

Pêkhateyên herêma Cizîrê nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê anîn ziman û wek êrîşên li dijî nirxên mirovahiyê û gelê resen pênase kirin û bang li gelê Sûriyeyê kir ku li hemberî dijminahiya Tirkiyeyê ya xaka Sûriyeyê bisekinin.

Mecdel Zahir ji pêkhateya Ereb e, dagirkirina Tirkiyeyê li kantona Efrînê şermezar kir û li ser êrîşên li hemberî kantonê got êrîşeke hovane û barbar bû. Mecdel di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Erdogan bi rêya qirkirina çandî û guhertina demografyaya herêmên dagir kirine, hewl dide serdema Împratoriya Osmanî li Sûriyeyê zindî bike. Hemû cure tundiyan li şêniyên Efrînê dike."

Mecdel Zahir diyar kir ku Efrîn beşek ji xaka Sûriyeyê ye, divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê piştgiriya Efrînê bikin û pîrozgehên wê biparêzin û wiha domand: "Armanc û niyeta Erdogan rûxandina deverên dîrokî û pîrozgeh in. Çeteyên Erdogan deverên dîrokî yên Helebê talan kirin û birin Tirkiyeyê, heman senaryo îro li Efrînê xwe dubare dike, li Efrînê deverên dîrokî têne kolandin û bermehên wê têne talankirin, her wiha cihê şûnwarî, pîrozgeh û gor jî têne xirabkirin."

Îbrahîm Qes Îbrahîm ji pêkhateya Suryan jî ji aliyê xwe ve ev tişt anî ziman: "Di demên dawîn de derket holê ku Tirkiyeyê ne tenê Efrîn dagir kiriye, lê di heman demê de, deverên ku çand û çanda gelên herêmê nîşan dide, dirûxîne.

Îbrahîm destnîşan kir ku Tirkiye ji dema Osmaniyan ve siyaseta qirkirina gelên herêmê dimeşîne, welatan dagir dike û çand, ziman û kevneşopiyên wan gelan tune dike, kiryarên Tirkiyê hemû pîvanên mirovî û heymanên navdewletî binpê dike.

Îbrahîm Qes Îbarhîm tekez kir ku gelê herêma Cizîrê piştgiriya berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê dike.

(bb)

ANHA