’Armanca tecrîdê tunekirina nexşerêya çareseriya Rojhilata Navîn e’

Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê diyar kir ku armanca tecrîdkirina Ocalan, têkbirina felsefeya wî ya ku hewl dide nexşerêyeke nû ji Rojhilata Navîn re ava bike û wiha got: "Gel bi yekgirtinê û şerê wan li dijî tundrewiyê û pergalên zordariyê xwe îsbat kir."

’Armanca tecrîdê tunekirina nexşerêya çareseriya Rojhilata Navîn e’
28 tebax, 2018   06:04

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şaxa Dirbesiyê Naman Erebo têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: "19 sal di ser girtina Ocalan re derbas bû, lê fikr û felsefeya wî ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku rêber azad e."

Erebo bal kişand ser armanca dewleta Tirk û hevalbendên wê ji komployê ew e ku têkbirina fikr û flesefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Ocalan hewl da nexşerêyeke nû ji bo têkbirina kapîtalîzmê û çewisandinê li Rojhilata Navîn ava bike.

Erebo li gotinên xwe wiha zêde kir û got: "Li vir li Bakurê Sûriyeyê gel bi yekgirtinê û şerê li dijî tundrewiyê û pergalên zordariyê bi rêya destxistina serkeftinan xwe îsbat kir."

Di berdewama axaftina xwe de Erebo diyar kir ku Tirkiye li girtîgeha Îmraliyê rola zîndanvan dilîze. Lê raserkerê rastîn dewletên hevpeymana NATO’yê ye. Ocalan di roja yekemîn a girtina xwe de komplo vala derxist û wiha got: "Armanca min tenê parastina gelên blindest ji komkujiyan e û ev jî bû cihê nerehetiya dewleta Tirk."

Erebo diyar kir ku bi girtina Ocalan xwestin gel jê dûr bixin, lê azadî ne tenê beden e, azadiya fikr û raman e. Ruxmî girtinê fikr û felsefeya Ocalan li hemû cîhanê belav bû û nifşên nû li ser tên perwerdekirin.

Di dawiyê de Erebo destnîşan kir ku di bin siya fikra Ocalan de, îro di Şoreşa Rojava de gelên Kurd, Ereb û Suryan li hemberî pergalên terorîst li ber xwe didin. Niha her kesek di karê xwe de li ber xwe dide. Hemû gel fêrî ziman û çanda xwe dibin.

Endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbesiyê Ekrem Derwîş got ew wek rewşenbîr bi şev û roj ji bo azadiya Ocalan dixebitin. Ocalan rêberê mirovahî, neteweya demokratîk û rêberê gelan e.

Her wiha Derwîş tekez kir ku her çi qas tecrîd zêde bibe dê girêdana gel bi Ocalan ve kûrtir bibe, ji ber ku Ocalan ji bo xelasiya gelên bindest ji zilm û zordariyê canê xwe feda kir.

(şx)

ANHA