Hevya Sor a Kurd li Şehbayê dewreyek din bi dawî kir

Navenda Heyva Sor a Kurd li Şehbayê dewreya perwerdeya hemşîre û destwerdana lezgîn bi tevlîbûna 14 perwerdekaran ji her du zayendan bi dawî kir.

Hevya Sor a Kurd li Şehbayê dewreyek din bi dawî kir
Hevya Sor a Kurd li Şehbayê dewreyek din bi dawî kir
Hevya Sor a Kurd li Şehbayê dewreyek din bi dawî kir
27 tebax, 2018   15:20

ŞEHBA

Dewreya perwerdeyê 45 rojan berdewam kir. Perwerdekar bi çavdêriya bijîşkên pispor li ser bingehên hemşîreyê û destwerdana lezgîn weke şewat, nefes, xwînpestîn, birîn û hwd hatin perwerde kirin.

Li ser girîngî û armanca dewreyê, endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd dermansaz Ekrem Ereb axivî û got: "Ji ber dagirkeriyê  em ji Efrîn derketin û li Şhebayê bi cih bûn. Me xwest ku xizmetê ji şêniyên ku di nav şert û mercên dijwar de dijî pêşkeş bikin. Destpêkê me navendek Heyva Sor a Kurd li kantona Şehbayê vekir. Piştre me xebatên xwe berfireh kir û me 5 noqteyên din li navçeya Ehrez, Fafîn, Til Rifat, Im El-Hoş û Til Qirah vekirin. Di encamê de pêwîstiya me bi endamên tenduristiyê hebû. Ji ber wê me destpêkê dewreyek ji bo 60 endaman vekir û piştre li ser noqteyan hatin ferz kirin. Piştî wê û ji ber pêwîstiyê me ev dewre beriya 45 rojan ji bo 40 endaman vekir û niha bi dawî bû."

Her wiha Ekrem diyar kir ku ji bo parastina tenduristiya şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, wan hemelyên paqijiyê li kamp û hemû deverên ku şênî lê dijîn dest pê kiribûn.

Di dawiyê de Ekrem bang li hemû rêxistinên mirovî û yên têkildarî tendûristiyê yên cîhanî kir, ku rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne di ber çavan derbas bikin û alîkariyên tenduristiyê ji wan re pêşkeş bikin. Her wiha Ekrem pêwîstiya noqteyên Heyva Sor a Kurd ji alav û amûrên tendrûstiyê re destnîşan kir.

(şx)

ANHA