Xebatên 3.Kongreya TEV-DEM‘ê bi dawî bû

Sêyemîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  bi hilbijartina 64 endamî û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

Xebatên 3.Kongreya TEV-DEM‘ê bi dawî bû
Xebatên 3.Kongreya TEV-DEM‘ê bi dawî bû
Xebatên 3.Kongreya TEV-DEM‘ê bi dawî bû
27 tebax, 2018   16:45

QAMIŞLO

Kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê ku îro bi dirûşma "Bi civaka rêxistinî û azadd em ê serkeftinê mîsoger bikin" hate destpêkirin, 500 delege ji tevahiya Bakurê Sûriyeyê, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, saziyên civaka sivîl, rêxistinên civakî û siyasî û Rêveberiya Xweser tev li kongreyê bûne.

Xebatên kongreyê beriya kêliyekî bi hilbijartina endamên Desteya Rêvebe ku hejmara wan 64 bi dawî bû, endamên nû sûnd xwarin.

Hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Zelal Cegerr û Xerîb Hiso axivîn û soz dank u ew ê armancên tevgerê pêk bînin.

Hevserokan, lidarxistina kongrê li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin. Di axaftinên hevserokan de hatin gotin, "Şoreş hê bi dawî nebûye, em di qonaxekê de ne pêwîstî bi xebateke mezintir heye, em rewşa Efrîn ji bîr nekin. Wekî TEV-DEM‘ê ji bo rizgarkirina Efrînê divê em bi hemû hêza xwe bi xebitin. Em ê têkoşîna xwe ta serkeftinê berdewam bikin."

Xebatên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê bi xwendina encamnameya kongreyê ji aliyê Berdevkê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kemal Akif ve bi dawî bû.

ANHA