Rêjîma Sûriyeyê hêzên leşkerî dişîne Idlibê

Rêjîma Sûriyeyê hêzên leşkerî ber bi derdora Idlibê ve şandin û bi vê yekê alîkariya xwe ji komên çekdar re pêşkêş dike ku rewşa xwe bi rêjîmê re zelal kirine.

Rêjîma Sûriyeyê hêzên leşkerî dişîne Idlibê
26 tebax, 2018   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên rêjîmê bi dehan çekdarên komên çekdar ên ku lihevkirin bi hêzên rêjîmê re li Deraayê pêk anîne, ber bi çeperên şer ên li Idlibê ve birin. Tê payîn ku di nava çend rojên bê de şerên dijwar li wê derê çêbin.

Hêzên rêjîmê çekar ji Xûta El-Şerqiye û Deraayê ber bi parêzgehên navendî, başûrê Sûriyeyê û derdora Idlibê ve birin.

Lihevkirina Rûsî-Tirkî ya li Laziqiye, Heleb, Hema û Idlibê di roja 12`an de tê binpêkirin. Her wiha li Cebel Tirkmen a gundewarên Laziqiye û derdora El-Raşidîn a aliyê rojavayê Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de şer dijwar e.

(bx/ew)