Parlemana Îranê wezîrê aboriyê ji kar avêt

Parlemana Îranê îro wezîrê aboriyê Mesûd Kerbasiyan ji ber têkçûna rewşa aborî li welat ji kar avêt.

Parlemana Îranê wezîrê aboriyê ji kar avêt
26 tebax, 2018   10:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tasnîm a Îranê ragihand ku parlemana Îranê îro di rûniştina xwe de lêpirsîna wezîrê aboriyê kir û  ew ji payeya wî ya wezaretê avêt ji ber buhabûnê û bêqedirbûna diravên Îranê.

137 parlemanteran derxistina wezîrê aboriyê ji kar erê kir û li hemberî wan 121 parlemanterên din jî red kir û tenê du parlemanteran dengên xwe bi kar neanîn.

Ji destpêka vê mehê ve ev wezîrê duyemîn e ku ji kar tê avêtin. Tê payîn ku serokê Îranê Hesen Rûhanî jî beşdarî rûniştineke lêpirsînê di 29'ê Tebaxê de bibe da ku bersivên pirsên parlemanteran der barê kar û barên rêveberiya wî de bide.