KODAR`ê ji malbatên 4 hawirdorparêzan sersaxî xwest

Komîteya Ekolojiyê ya KODAR'ê, ji malbatên 4 hawirdorparêzên li Merîwanê hatin kuştin sersaxî xwest.

KODAR`ê ji malbatên 4 hawirdorparêzan sersaxî xwest
26 tebax, 2018   10:33

NAVENDA NÛÇEYAN

4 hawirdorparêzên ji Meclîsa Çiyayê Sewz (Keskan) a Merîwanê, ji bo vemirandina şewata ji ber topbarana hêzên rejîma Îranê li daristanên Merîwanê derket, çûbûn herêmê. Hawirdorparêz ji aliyê hêzên Îrane ve hatibûn kuştin. Ji oxirkirina her çar hawirdorparêzan merasîm li Merîwanê tê lidarxistin.

Komîteya Ekolojiyê ya Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser şewata li Merîwanê û kuştina 4 hawirdorparêzan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ji malbatên her çar hawirdorparêzan sersaxî hat xwestin û hate gotin, şewata li Dersim û Merîwanê hate derxistin, plana hevpar a dagirkerên li Kurdistanê ne.

Komîteya Ekolojiyê ya KODAR'ê da zanîn ku rûyê rast ê dagirkerên li Kurdistanê ne di qeyranên aborî û civakî de di nêzîkatiya wan a ji jîngehê de xuya dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Agirê bi daristanên Dersim û Merîwanê hate xistin, rûyê rast ê dagirkerên Kurdistanê eşkere dike. Eger berdêlên wê giran jî be li Kurdistanê barekî giran ê berpirsyariyê dikeve li ser milê gel. Hawirdorparêzên Kurdistanê daristanan weke beşeke xwe dîtine. Ji ber vê yekê Şerîf Bacwer û hevalên wî yên jîngehparêz jiyana xwe ji dest dan. Van mirovên hêja ji bo tefandina agir hewl dan."

KODAR'ê di dawiyê de jî sersaxî ji Malbata Şerîf û hevalên wî, ji gelê bajarê Merîwanê ku bi jîngehparêziya xwe tê zanîn xwest û da zanîn ku bi têkoşîna li ser şopa wan wê tola herî rast ji kujeran hilînin.