Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê

Her çend derfet kêm bin û herêm berfireh be jî, ji bo pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê û çareserkirina pirsgirêkên şêniyên herêmê, Meclisa navçeya Çelebiyê bê navber dixebite.

Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
Ruxmî kêm derfetan, xebatên Meclisa Çelebiyê
26 tebax, 2018   09:55

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Navçeya Çelebiyê mezintirîn navçeyên girêdayî herêma Sirînê ya kantona Kobanê ye.  Navçeya Çelebiyê 40 km li başûrê kantonê ye. Nêzî 80 gund û bajarok girêdayî navçeya Çelebiyê ne.

Di çarçoveya pêngava duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyeyê de di 1’ê Kanûna 2017'an de û ji bo pêşxistina navçeyê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re, mecliseke herêmî û xedemî li navçeyê hate hilbijartin.

Meclisa Çelebiyê bûye meqseda bi dehan şêniyan

Şêniyên navçeyê di hevpeyvîneke bi ajansa me Hawarê re diyar kir ku rojane ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi dehan şêniyên navçeyê serdana meclisê dikin. Lê belê meclis ji ber kêmderfetan û ne destekdayîna meclisa kantonê, zehmetiyan dikişîne.

Piraniya pirsgirêkên ku rastî şêniyên navçeyê tên; qutbûna kehrebeyê ya domdar û kêmbûna ava vexwarinê ne.

Meclisa Çelebiyê û komîteyên wê

Meclisa navçeya Çelebiyê ji 2 hevserokan Mihemed Elî û Xedîce El-Faris, 41 endam û 11 komîteyan pêk tê. Di her komîteyekê de 3 endam dixebitin. Hemû komîte di nav hevkariyê de ne û girêdayî hevserokatiya meclisê ne.

Ruxmî pirbûna komîteyên meclisê, lê ji ber tunebûna derfetên pêwîst û lawazbûna çavdêriya meclisa kantonê, ev komîte nehatine aktîfkirin. Heta niha 40 ciwan ji her du zayendan tev li Komîteya Çand û Hunerê bûne. Lê ji ber tunebûna pêdiviyên hunerê yên pêwîst komîte nikare endaman perwerde bike. Her wiha rewşa hemû komîteyan mîna Komîteya Çand û Hunerê ye.

Li gorî daxuyaniyên hevserokatiya meclisa navçeya Çelebiyê, komîteya ku herî zêde hatiya aktîfkirin, Komîteya Xizmetguzariyê ye. Komîte ji bo xebitandina firinên nan ên ku hatibûn rawestandin, madeya mazotê peyda kir. Rêyên sereke yên navçeyê sererast û qîr kirin û her wiha pirsgirêkên av û kehrebeyê çareser kirin û hîna jî xebatên xwe didomîne.

Her wiha Komîteya Jinan nola Komîteya Xizmetguzariyê hatiye aktîfkirin. Komîteyê ji bo şopandina rewşa jinên navçeyê û çareserkirina pirsgirêkên wan, civînên domdar ji jinên navçeyê re li dar dixe. Komîteya Jinan derfetên kar ji hevjînên şehîdan re peyda dike û alîkarî û pêdiviyên malan li ser wan belav dike. Her wiha Komîteya Jinan ji bo xebitandina jinan û pêşkêşkirina desteka madî û manewî projeyeke berfireh a dirûtin û karê destan plan dike.

Lê komîteyên dîtir ji ber kêmderfetan kar û xebat û plansaziyên wan, li ser kaxizê dimînin.

Kar û xebatên meclisê

Ji destpêka hilbijartina meclisê, gelek xebat meşandine jê; qîrkirina rêyên sereke û şaxî yên têketina navçeyê û hinek rêyên gundan û ev xebat heta niha didome. Sererastkirina hemû toreyên av û kehrebeyê, çaksazkirin, çalakirin û vekirina dibistanên ku zirar dîtine, belavkirina madeya mazotê li ser welatî û cotkarên ku pêwîstiya wan pê heye û her wiha gelek navend vekirin û gelek xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş kirin.

Hevserokatiya meclisê daxwaza alîkariyê ji aliyên têkildar dike

Hevseroka meclisa navçeya Çelebiyê li ser xebatên meclisê ji ajanse me re axivî û wiha got: "Em wek meclisa navçeyê ruxmî kêmderfetan pêdiviyên welatiyan peyda dikin."

Her wiha Xedîce destkeftiyên meclisê destnîşan kir û diyar kir ku ev gav ji bo aramiya herêmê gaveke serkeftî û pêşketî ye. Di dawiyê de Xedîce ji bo çalakirina komîteyên meclisê bang li aliyên têkildar kir ku desteka pêwîst ji meclisê re pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed Xidir spasiya meclisa navçeyê kir û wiha got: "Dema dever hate rizgarkirin tu tişt peyda nedibû. Rewşa niha ji ya berê baştir bûye. Av û kehrebe peyda bûne. Lê em zehmetiyan di peydakirina madeya mazotê de dikişînin, ji ber wê em hêvî dikin ku rewş di rojên pê de baştir bibe. "

Her wiha Xidir bang li meclisê kir ku rêyên di navbera gundan de sererast bike û hêviya serkeftinê ji hemûyan re xwest.

(şx-ew)

ANHA