2 fermandarên hêzên Hûsî hatin kuştin

Li Midûriyeta Hîran di navbera hêzên Hûsî û hêzên Yemenê de şer derket. Di encamê de 2 fermandarên hêzên Hûsî hatin kuştin. Her wiha hêzên Hûsî gelek moşek ber bi Necranê ve avêtin.

2 fermandarên hêzên Hûsî hatin kuştin
26 tebax, 2018   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku li parêzgeha Hece di navbera hêzên Yemenê û hêzên Hûsî de şer derket. Di encamê de fermandarên bi navên Abdullwehab Mihemded El-Hûsam û Selah Mesed Xemûsî hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî di avakirina deryayî ya herêma El-Xamîsa ya artêşa Yemenê ji televîzyona El-Erebiye re tekez kir ku tîmên leşkerî yên deryayî 6 mayinên deryayî li nêzî rawestgeha Hebil a parêzgeha Hece dîtin û tevî ku Hûsiyan dixwest wan di nava ava deryayê de veşêrin lê wan ew teqandin.  

Her wiha îro di saetên sibê de hêzên Hûsî bi moşekên katyûşa komcivîneke artêşa Erebistana Siûdî li beramberî Necranê topbaran kir.

Li gorî çavkaniyên leşkerî ji televîzyona El-Mesîra re diyar kir ku kuştî û birîndarên artêşa Erebistana Siûdî hene.

Hêzên Hûsî alîkariyên leşkerî ber bi midûriyeta Ebis û Mesteba yên parêzgeha Hece bakurê rojavayê Yemenê ve şandin.

Sky Newsê diyar kir ku erebe û tankên hêzên Hûsî bi armanca ku navenda Midûriyeta Hîran ji nû ve bixin bin serweriya xwe, ber bi wê derê ve çûn.

Di aliyê siyasî de hikumeta Yemenê nameyek ji Meclis Ewlehiyê re şand û xwest lêkolînê der barê destwerdana Hizb Ellah ji Yemenê re bike.

Hikumeta Yemenê di nameya xwe de diyar kir ku hêzên Hûsî perspektîfên xwe ji Hizib Ellah digirin da ku lihevkirinên Cinêvê yên ku wê di 6`ê Îlonê de bi sponseriya NY`ê were lidarxistin, asteng bikin.

(bx)