Şêniyên Kobanê daxwaza rakirina bermahiyên şer dikin

Şêniyên Kobanê ji ber pirsgirêka hebûna bermahiyên avahiyên wêrankirî û şer li ser rêya têketina bajêr bi gilî û gazinc in. Şaredariyê jî sedema vê pirsgirêkê û dema çareserikirina wê diyar kir.

Şêniyên Kobanê daxwaza rakirina bermahiyên şer dikin
Şêniyên Kobanê daxwaza rakirina bermahiyên şer dikin
Şêniyên Kobanê daxwaza rakirina bermahiyên şer dikin
Şêniyên Kobanê daxwaza rakirina bermahiyên şer dikin
26 tebax, 2018   07:14

HÊZA HESEN DAWÛD / KOBANÊ

Di van demên dawî de rexneyên şêniyên taxa Kaniya Kurdan ku dikeve aliyê rojhilatê bajar Kobanê, ji ber bermahiyên avahiyên wêrankirî zêde bûn. Hinek sivîl bermahiyên avahiyên wêrankirî avêtine ser her du aliyên rêya sereke ya rojhilatê Kobanê ku bi navê Riya Mezret Dawûd tê nas kirin.

Li ser vê rêyê nêzî 15 gundên ku dikevin rojhilatê Kobanê hene. Di heman demê de ajokaran ji ber nebaşiya rê ku gelek çal tê de hene bi gazinc in. Her wiha şênî di rewşên lezgîn de û ji bo gihandina nexweşxaneyan de zehmetiyan dikişînin.

Bajarê Kobanê di dawiya sala 2014'an de û destpêka 2015'an ve rastî êrîşên hovane ji aliyê DAIŞ'ê ve hat. Ji ber wê xaniyan şêniyan gelek wêran bûn. Piştî 3 salan hîna jî şênî ji bermahiyên şer astengiyan dikişînin.

Şêniyên taxa Kaniya Kurdan ji bo çaraserkirina pirsgirêka bermahiyan li ser rêya sereke bang li Şaredariya Gel kirin.

Welatiyê bi navê Muhyedîn Elî li rex rêyê bi cih bûye û wiha got: "Divê şaredarî bi erka xwe rabe û bajêr ji bermahiyên şer paqij bike û riyê sererast û qîr bike." Her wiha Elî destnîşan kir ku ji ber kombûna bermahiyan mêş belav dibin û ew jî nexweşiyan di nav şêniyan de belav dikin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ismaîl Reşo jî wiha got: "Hebûna van bermahiyan xuyanga bajêr xirab dike û her wiha niha bûne hêlînên dûpişk û maran û jiyana şêniyan dixin metirsiyê."

Têkildarî vê mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Rewşen Ebdî sedema derengmayîna xebatên paqijkirina riya Mezret Dawûd diyar kir û got: "Ji ber mijûlbûna şaredariyê bi xebatên qîrkirina rêyên bajarê Kobanê ye, ev xebat dereng maye."

Her wiha Rewşen Ebdî diyar kir ku şaredarî piştî bidawîbûna xebatên qîrkirinê, dê rêya Mezret Dawûd paqij bikin.

(şx)

ANHA