Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye

Sûra El-Reşîd li bajarê Reqayê ji girîngtirîn cihên dîrokî yên Sûriyeyê ye. Mîna xelekekê bi dirêjahiya 5 km û firehiya 5 metre bajêr dorpêç dike. Dîwar bû şahidê gelek şeran ên di dîrokê bajêr de.

Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
Sûra El-Reşîd a dîrokî, qurbanê terora DAIŞ'ê ye
26 tebax, 2018   06:54

EMAR EL-XELEF / REQA

Bajarê Reqayê li ser berava çemê Firatê ye. 200 km li rojhilatê bajarê Helebê ye. Ji aliyê çandinî û pîşesaziyê ve navendeke jîndar e. Bajarê Reqayê di sala B.Z. 242'yan de ava bûye. Destpêkê bi navê Kalînîkos dihat naskirin. Piştî têketina artêşên îslamî a bajêr, navê wê veguherî Reqayê.

Di sala 772'yan de xelîfeyê Ebasî El-Mensûr paytexta dewleta Ebasiyan li rex Reqayê ava kir. Navê El-Rafiqe lê kir. Bajarê nû li ser şêwaza mîmariya bexdayî hate avakirin. Di salên di navber 796'an û 808'an de xelîfeyê Ebasî Harûn El-Reşîd Reqa wek paytext ji xwe re bi kar anî.

Sûra El-Reşîd

Sûr ji kevirên gêç hatiye avakirin. Xanî û deriyên bajarê Reqayê mîna bexdayî bûn. Sûr li ser teşeya nalê hespan hatiye avakirin. Bi du dîwaran dorpêç kiriye. Sûrên hundirîn û sûrên derve. Stûrahiya sûra hundirîn 5 metre ye. Dirêjahiya Sûra El-Reşîd 5 km ye. Rûbera bajêr di nav sûrê de milyonek û 500 hezar metredam e. Di dirêjahiya sûrê de 74 birc hene û tenê niha 50'î birc mane. Derdora her bircekî 15-16 metre ye. Her wiha gelek deriyên wê hene. Ji aliyê başûrê rojava ve deriyê El-Cînan. Ji aliyê başûrê rojhilat ve deriyê Bexda û her wiha deriyên Heran û Şamê jî hene.

Gelek şênî serdana sûra ku bûye şahidê binpêkirinên çeteyan der heqê bajêr de, dikin.

DAIŞ'ê sûr wêran kirin û berhem firotin Tirkiyeyê

Çeteyên DAIŞ'ê bi zanabûn cihên dîrokî yên bajarê Reqayê talan û wêran kirin û hemû parçe û peykerên dîrokî ji mûzexane, Til El-Bîa, Sîr El-Reşîd û Keleha Herqele dizîn û firotin Tirkiyeyê.

Çeteyên DAIŞ'ê sûr ji xwe re kiribûn baregeh. Ji ber wê gelek xirab bû. Her wiha kirin cihê avêtina çopê û rawestandin û çêkirina erebeyên xwe û qolên mezin di bedena sûrê de kolandin. DAIŞ'ê tenê ev nekir, ji bo hêsankirina tevgera xwe di nav bajêr de, di nav sûrê de tunel û joreyên sûrê bi kar anîn. Her wiha noqteyên xwe ava kirin. Bi vî awayî xuyanga sûr û bajêr guhertin.   

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hin komên çeteyan di dawiya Adara 2013'an de bajarê Reqayê xist bin serweriya xwe û bi vê yekê bajarê Reqayê yekemîn parêzgehên Sûriyeyê ku ji bin serweriya rêjîma Sûriyeyê derdikeve. Di Tebaxa 2014'an de Reqa dikeve bin serweriya DAIŞ'ê.

Di 20'ê Cotmehê de li ser bangewaziya şêniyên Reqayê QSD'ê bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Niha û piştî avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê, Karîgeriya Şûnwaran a girêdayî meclisê ji bo vegerandina xweşikiya bajêr, sûrê restore dike.

(şx/ew)

ANHA