Encamên destpêkê yên erdheja li Kirmaşanê diyar bûn

Encamên destpêkê yên erdheja ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê diyar bûn.

Encamên destpêkê yên erdheja li Kirmaşanê diyar bûn
26 tebax, 2018   06:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Erdheja bi şîdeta 6.1 pileyî ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê rû da, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û paytexta Iraq Bexdayê jî hejand.

Erdhej bi 6 kîlometreyan li binê erdê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 kes ji ber erdhejê mirin, 230 kes jî birîndar bûn.

Ji ber erdhejê li gundên Ciwanro, Taze Abad û Binarê Daleho elektrîk qut bû.

Fikar hene ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.