Senatorê John McCain di 81 saliya xwe de koç kir

Senatorê Amerîkî John McCain di 81 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Senatorê John McCain di 81 saliya xwe de koç kir
26 tebax, 2018   07:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya senatorê komarperest ê Amerîkî John McCain bi daxuyaniyekê ragihand ku senator Cohn McCain di 25'ê Tebaxa 2018'an de li wîlayeta Arizona saet di 04:28'an de koça dawî kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku McCain ev 60 sal in bi dilsozî xizmeta Amerîka dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev salek e McCain li hemberî nexweşiya penceşêrê di mijî de li ber xwe dide.

Serokê demokrasîperest ê berê Barak Obama ku McCain di hilbijartinên serokatiyê de ya sala 2008'an têk şikand got ku her çiqas ew yên du nifşên cûda bin jî lê hevkariya hevûdu di têkoşîna ji bo hemû nifşên Amerîkî kirine.

Serokê Amerîka Donald Trump ku eşkere rikberiya McCain dikir tenê sersaxî ji malbata wî re xwest.

Gelek siyasetmedarên niha û yên berê piştî çend deqeyan ji ragihandina koça dawî ya McCain daxuyaniyên cûda weşandin û pesna wî dan. Serokê Amerîka yê berê Bill Clinton jî got ku McCain her tim xizmeta welat dida pêşikya berjewendiya partiya xwe.

McCain perwerdeya xwe di akademiya deryayî bi dawî kir û cihê xwe di şerê Vêtnamê de girt û dîl hate girtin û rastî îşkenceyê hat û piştî serbest hate berdan beşdarî nava xebatên siyasî bû û gihîşt koçka Spî. Nêzî 30 salan cihê xwe di kongres de digirt û bi çalakî beşdarî nîqaşên der barê şer û aştiyê bû.

Di hilbijartina serokatiya Amerîka ya sala 2008'an de McCain di pêşbirkiya bi Barak Obama re têkşikest.