Hovîtiya dagirkeran li Efrînê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlên gundê Qerekolê yê girêdayî navçeyê Bilbilê rûxandin û mal û milkên welatiyan dizîn.

Hovîtiya dagirkeran li Efrînê didome
25 tebax, 2018   12:12

EFRÎN

Çavkaniyên ji navçeya Bilbilê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gelek malên sivîlên gundê Qerekolê rûxandin û mal û milkên sivîlan talan kirin û dizîn.

Çavkanî tekez kir ku di nav malên rûxandî de malên malbata Umer jî hene. Her wiha çavkanî destnîşan kir ku şêniyên gund ên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker direvin, ji aliyê dagirkeran ve tên îşkencekirin.

(bx)

ANHA