Li Afganîstanê ji ber êrîşa xwekujî 3 kes mirin

Li rojhilatê Afganistanê êrîşeke xwekujî pêk hat û hate ragihandin ku 3 kes mirine.

Li Afganîstanê ji ber êrîşa xwekujî 3 kes mirin
25 tebax, 2018   10:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîş îro li dijî çalakiya protestoyê ya li pêşiya baroya komîsyona hilbijartinê ya bajarê Celalabad pêk hat.

Li gorî rayedarên xwecihî tevî êrîşkar 3 kesan mirine û 5 kes jî birîndar bûne.

Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye lê li herêmê çeteyên DAIŞ û tevgera Talîban aktiv în.