′Bi saya fikr û felsefeya Ocalan gelan rêya têkoşînê nas kir′

Meclisên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel rêya azadiyê û têkoşîna li hemberî sîstemên desthilatdar nas kir.

′Bi saya fikr û felsefeya Ocalan gelan rêya têkoşînê nas kir′
25 tebax, 2018   10:44

QAMIŞLO

Meclisên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. Nûnerên meclisên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêvberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Tacedîn Ferho ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di sala 1999`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku gelê herêmê bê rêxistin û parastin bimîne, hate girtin. Tevî vê yekê jî lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka xwe ya dîrokî bi rêya pirtûk û nivîsên xwe pêk anî. Ji hemû gelên cîhanê re rêya têkoşîna li dijî sîstemên desthilatdar diyar kir. Bi hezaran gelên cîhanê li ser rêya fikr û felsefeya wî meşiyan ji ber vê jî roj bi roj tecrîda li ser Rêberê Mirovahiyê zêde dibe.

Gelê kurd û gelê herêmê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir, li hemberî sîstemên desthilatdar têkoşîn kirin û ev hemû jî bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Bi vê yekê hêza parastinê ya neteweya demokratîk hate avakirin.

Em wek meclisên herêma Dêrikê û Girkê Legê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji bo vê yekê em bang li hemû hêzên şoreşger, demokratîk û mirovî dikin ku beramberî tecrîda li ser Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan helwestên xwe diyar bikin û vê yekê bi dawî bikin."

(bx)

ANHA