Human Rights Watch banga serbestberdana rehîneyên Siwêda kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) bang li çeteyên DAIŞ'ê kir ku welatiyên Siwêda ku ji aliyê wan ve hatine revandin serbest berde û got ku çalakiyên revandinê weke "sûcekî şer" tê destgirtin.

Human Rights Watch banga serbestberdana rehîneyên Siwêda kir
25 tebax, 2018   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxitina Mafên Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) bi daxuyaniyekê ragihand ku revandina rehîneyan sûcekî şer e û divê çeteyên DAIŞ'ê van rehîneyan tavilê serbest berde. Cîgira Birêveberê Beşê Rojhilata Navîn di rêxistinê de Lema Feqîh wiha got: "Divê welatiyên sivîl weke kaxezeke danûstandinan neyê bikaranîn."

Rêxistinê destnîşan kir ku DAIŞ li gelek berîkan hatiye dorpêçkirin piştî ku serweriya xwe li herêmeke berfireh a welat winda kir. Niha jî hewl dide welatiyên sivîl ên ku revandine di danûstandinên xwe de bi rêjîma Sûriyeyê û hevkarê wê Rûsyayê re bikar bîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê banga serbestberdana çeteyên xwe dike ku ji aliyê hêzên rêjîmê ve li Geliyê Yermûk hatine girtin, lê evan danûstandinên bi sponseriya Rûsyayê tên meşandin asteng bûne.

Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Tîrmehê de rêze êrîş li dijî herêmên parêzgeha Siwêda pêk anîn û di encamê de 265 welatiyên Siwêda hatin kuştin û 14 jin û 16 zarok jî ji gundê El-Şebkî revandin.