Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin

Şêniyên Hesekê ji ber xirabûna çerxerêya taxa Xeşman a ku dikeve rojhilatê bajêr, daxwaza sererastkirinê li Şaredariya Gel dikin.

Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin
Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin
Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin
Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin
Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin
Şêniyên Hesekê daxwaza sererastkirina çerxerêya Xişman dikin
25 tebax, 2018   07:53

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Rêjîma Sûriyeyê di dema êrîşên xwe yên li ser taxên Kurdan ên bajarê Hesekê de bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, çerxerêya taxa Xeşman wekî nûqteyeke sereke bi kar dianî û ji vir êrîşî taxên Kurdan dikir.

Çerxerêya Xeşman ji deverên girîng li bajêr e ku dikeve navbera navçeyên Til Birak, Hol, Dêrazor û deriyê têketina bajarê Hesekê.

Piştî rizgarkirina Hesekê ji aliyê YPG û YPJ'ê ve, yekîneyê li çerxerêyê benda kontrolê ava kir. Ev bend rastî gelek êrîşên çeteyên hat. Her wiha çeteyan bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî çerxerêyê kir û di encamê de gelek şêniyên Hesekê şehîd bûn.

Şêniyên bajêr di hevdîtinên xwe de li gel ajansa me daxwaz kir ku çerxerê were sererastkirin. û ji bermahiyên şer werin paqijkirin. Welatiyê bi navê Elî Sadon ji taxa Xeşman e, wiha got: "Ev çarxerê ya herî girîng li Hesekê ye. Em bang li şaredariyê dikin ku çerxerêyê sererast bike."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Wîdad Ismaîl hêvî kir ku dar li derdora çerxerêyê bên çandin û were ronîkirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Hisên jî wiha got: "Ji ber wêranbûn û xirabûna çerxerêyê em zehmetiyan di ajotinê de dikişînin. Ji ber wê divê şaredarî çerxerêyê sererast bike."

Girêdayî mijarê me serî li Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a rojhilatê Hesekê da, rayedaran jî got ew ê der barî mijarê de lêkolînê bikin.

(şx)

ANHA