Li Kampa Şoreş zembîlfiroşek

Ebdo Mihemed ê efrînî, pîşeya çêkirin û firotina zembîlan ji bav û kalikên xwe girtiye û pê debara xwe ya jiyanê peyda dike û her wiha derbasî nifşên nû dike.

Li Kampa Şoreş zembîlfiroşek
Li Kampa Şoreş zembîlfiroşek
25 tebax, 2018   07:17

BASIL REŞÎD- XANDÎ ELO / ŞEHBA

Çêkirin û firotina zembîlan ji pîşeyên kevnar e. Li herêma Efrînê jî ev pîşe ji beriya bi sedan salan ve heye. Zembîl ji qamîşan tên çêkirin û ji bo parastin nan û xwarinê dihatin bikaranîn.

Bi pêşketinên alavên kehrebeyê wekî berad û freze, gelek kesan dest ji zembîlan berda, li hin malan jî wekî xemlekê dihatin dîtin.

Welatiyê bi navê Ebdo Mihemed ji şêniyên Efrînê ye û niha li Kampa Şoreş dimîne.

Ji ber tunebûna kehrebe û amûrên kehrebeyê, şênî neçar man ku careke din li zembîlan vegerin.

Ebdo tevî birayê xwe Silêman zembîlan çêdike û difiroşe şêniyên Kampa Şoreş. Silêman sibehan diçe nav zeviyan û qamîşan kom dike. Ebdo qamîşan paqij dike û hemû cure zembîlan çêdike.

Mihemed got ew rojane 5 zembîlên mezin û 10 qufikên biçûk çêdike. Mihemed dibêje ew dê pîşeya bav û kalan bidomîne û nifşên nû fêrî vê pîşeyê bike.

Mihemed nirxa zembîlan diyar nake, her kesek li gorî derfeta xwe dikirin. Bi vî awayî ew debara malbata xwe ya rojane peyda dike.

(şx/ew)

ANHA