Kluba Cûdî ya werzîşê

Kluba Cûdî di pêşxistina arezû û xurtkirina kêrhatinên bedenî ya hezkiriyên werzîşê li navçeya Girkê Legê rolek dilîze. Her wiha hejmarek tîmên werzîşî yên cûr bi cûr perwerde dike.

Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
Kluba Cûdî ya werzîşê
24 tebax, 2018   09:31

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Kluba Cûdî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava di sala 2014'an de ji bo xurtkirina werzîşê û pêşxistina arezû û şarezayên werzîşî li gel hemû çînên ciwanan li navçeya Girkê Legê yê girêdayî Dêrîkê hate vekirin.

Gelek tîmên klubê hene tîmên futbolê, pîngpong, volîbol, basket, şetranc û taykwendo. Hemû hezkiriyên werzîşê zarok, ciwan, mêr û keç tev li klubê bûne.

Kluba Cûdî di çarçoveya amadekariyên maçên ku ji turunveya Herêma Cizîrê de mane, niha du tîmên futbolê yên ciwan û zarokan heftê 3'ê rojan perwerde dike.

Werzîşvanê tîma ciwanan Îhab Ebdulrehîm di hevpeyvînek bi ajansa me re got wan 3'yê maç lîstine û di her sêyan de bi serketine. Niha tenê 2 maçên wan mane. 

Ciwanên Girkê Legê hezkiriyê lîstka volîbolê ne. klub di çarçoveya tevlêbûna turnuveya Volîbolê ya li ser asta Qamişlo tê orgenîzakirin, perwedekirina her du tîmên ciwan û mêran didomîne.

Endamê rêveber ê kluba Cûdî Mihemed Hemdan got: "Di nav amadekariyên beşdarbûna turnuveyên ku dê di demên pêşde li ser ast kantonê de pêk werin, hemû tîmên klubê di perwedeyan re derbas dibin.ʺ

Taekwondo bawernameyên navdewletî û rêjeya jinan zêde dibe

Di kluba Cûdî de beşekî din ji bo fêrkirina Taekwondo ya ku dikeve nava hunerên şer de û bûye ya herî zêde ku li gel ciwanên navçeyê tê hezkirin, heye.

Mamosteyê ku perwrdeyê dide Hûsam Mensûr dibêje ku ji ber Taekwondo ji hunerên şer e û hêzekê dide laşê mirov ji ber wê ciwan dixwazin fêrî wê bibin. Her wiha ji ber ku dikeve nava hunerên ku çawa mirova pê parastina xwe bike.

Mensûr diyar kir ku kluba Cûdî bi dibistana El-Daydo ya navnetewî ya fêrkirina Taekwondo re di nava têkliyan de û got hemû bawernameyên ku ew didin kesên xwe perwerde dikin bawernameyên navneteweyî ne ji dibistana Taekwondo ya Koriya Başûr tên.

Mensûr destnîşan kir ku di kulba Cûdî de zêdeyî 200 kesên ku perwerdeya fêrkirina Taekwondo dibînin, temenên wan di navbera 5 heta 45 salan de ne lê rêjeya jinan ji mêran zêdetire û piştî 3 salan ji perwerdeyê gurupan kempera  reş ji Yekîtiya Navnetewî ya Taekwondo girtine.

Yek ji kesên perwerdekirinê Lava Xelîl kempera  şîn girtiye, got ku ew pir ji Taekwondo hez dike ji ber ku laşê wê xurt dike û fêr dike ku çawa parastina xwe bike.

(şx)

ANHA