Koçberan ji bo şopandina karê rêxistinan xwestin komîteyek were avakirin

Bi sedan malbatên ku ji bajar û deverên Sûriyeyê koçber bûne, li kampên belavbûyî yên li gundewarê Reqayê bi cih bûn. Azar û zehmetiyên wan di nav xemsariya rêxistinên mirovî  de zêde dibin. Yek ji wan kampan jî Kampa El-Recim El-Ebyed e, koçberên di kampê de behsa rêxistinan dikin.

Koçberan ji bo şopandina karê rêxistinan xwestin komîteyek were avakirin
Koçberan ji bo şopandina karê rêxistinan xwestin komîteyek were avakirin
Koçberan ji bo şopandina karê rêxistinan xwestin komîteyek were avakirin
Koçberan ji bo şopandina karê rêxistinan xwestin komîteyek were avakirin
Koçberan ji bo şopandina karê rêxistinan xwestin komîteyek were avakirin
24 tebax, 2018   09:50

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Zehmetî û azarên koçberên Kampa El-Recim El-Ebyed a ku dikeve bakurê Reqayê di nava xemsarî û ne dayîna alîkariyên mirovî û xêrxwazî ji aliyê rêxistinên mirovî de, zêde dibin. Alîkarî eger hebin jî têra wan nake. Gelek caran rêxistinên mirovî soza destekdayînê dan, lê soza xwe bicih neanîn.

Kamp li nêzî zevî û kanalên avdanê ji bo peydakirina ava vexwarin hatiye avakirin. Lê koçberên kampê ji ber kêmbûna alîkariyê û telefbûna konên wan zehmetiyan dikşînin.

Koçberê bi navê Amir El-Xalid ku ji gundewarê Dêrazorê ye êş û azarên xwe bi rêbazekî bê hêvî ji ajansa me re anî ziman û wiha got:ʺEm ji soz û gotinên rêxistinên mirovî aciz bûn. Karmendên wan tenê serjimariyê dikin. Em ji sozên wan bê hêvî ne."

Amir diyar kir ku ev nêzî salekê li kampê dimîne, ji bo bicihanîna debara malbat xwe rojane di zeviyan de dixebite, hin caran jî pereyên ku digre bi malbatên din re parve dike û wiha pê de çû:ʺLê niha ji ber paşdeçûna mewsima çandinyê, cotkar ji bo kêmkirina lêçûnan nema karkeran dixwazin.ʺ

Ji aliyê xwe ve dayîka Ebdulkerîm ji sozên rêxistinên mirovî aciz bûye û wiha got: "Rêxistinên mirovî tenê hejmara koçberan û rewşa wan a aborî tomar dike. Lê ev xebat bê encam e, tenê tomarkirine. ji beriya salekê ve, tenê du caran alîkarî pêşkeş me kirin û ew jî têra me nekir. Hin koçberan alîkar birin û hinkan jî alîkarî negihîşt wan.ʺ

Koçbera ku nexwest navê xwe aşkere bike, hêvî kir ku ji bo şopandina xebatên belavkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinan ve da ku alîkarî bi awayekî wekhev were belavkirin, komîteyek çavdêriyê bê avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kampa El-Recim EL-Ebiyed ji kampên belavbûyî ku 25 km dikeve rohilatê bajarê Reqayê ye.

Li kampê nêzî 700 malbat bi cih bûne. Rêxistinên mirovî yên ku li bakurê gundewarê Reqayê dixebitin, alîkariyên şermûk ji kampê re pêşkeş dikin.

(şx)

ANHA