ʺQesra El-Binatʺ a li Reqayê ku xwedî dîrokeke kevnar e wê were sererastkirin

Bajarê Reqayê ji aliyê şûnwarên dîrokî  ve dewlemend e. Mîrên Ebasiyan ji ber xweza, hewa û cihê Reqayê yê balkêş li Rojhilata Navîn de gelek şûnwar ava kirin. Ji wan Qesir El-Binat ango Seraya Keçikan. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve qesir gelek zerar dît.

ʺQesra El-Binatʺ a li Reqayê ku xwedî dîrokeke kevnar e wê were sererastkirin
ʺQesra El-Binatʺ a li Reqayê ku xwedî dîrokeke kevnar e wê were sererastkirin
ʺQesra El-Binatʺ a li Reqayê ku xwedî dîrokeke kevnar e wê were sererastkirin
ʺQesra El-Binatʺ a li Reqayê ku xwedî dîrokeke kevnar e wê were sererastkirin
24 tebax, 2018   07:41

FIDA EL-ELÎ / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê dema Reqayê dagir kirin, şûnwarên bajêr talan û wêran kirin. Di nav de Qesir El-Binat jî hebû. Çete beşek mezin ji qesrê şewitandin û her wiha ji ber rewş hewayê gelek zirar dît.

Qesir El-Binat a ku bi navê Qesir Ebasiyan tê naskirin, li aliyê başûr-rojhilatê bajarê Reqayê ye. 400 metre li bakurê Dîwara El-Reşîd e. Di nav sûrek gilover de ye.

Qesir di sala 772'yan ji madeya gêç, El-leben û heriya ku li ber tava rokê hatiye zûhakirin di serdema  El-Mensûr hatiye avakirin û di serdema Herûn El-Reşîd jî bi dawî bû.

Harûn El-Reşîd 12 salan tê de bi cih bû. Qesir  ji şûnwarên herî sereke yên dema Ebasiyan e.

Qesir  ji qadek çargoşe pêk tê. Ev qad dabeşî 4 eywanan dibe. Li her koşeyekî bircek û di navîna qadê de avreşînek heye.

Her wiha sê deriyên qesirê hene. Di qesirê de 2 dibistanên mezheba Şafiî û Henefî û nexweşxaneyek ku ji aliyê Nûrdîn El-Zenkî ve hatiye ava kirin hene.

Di 4'ê Tîrmeha borî de eşrvanên QSD'ê Qesir El-Binat ji çeteyên DAIŞ'ê di pêngava rizgarkirina Reqayê(Xezeba Firatê) de rizgar kirin.

Tê payîn ku Gerînendetiya Şûnwaran a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê piştî sererastkirina Sor El-Reşîd û Mûzexaneya Şûnwaran bidawî bike, wê dest bi sererastkirina Qesir El-Binat bike.

(şx)

ANHA