Şaredariya Til Birak; di demek kurt de xebatên mezin pêk anîn

Şaredariya Gel a Til Birakê gelek xebatên xizmetguzariyê di demek kin de pêk anîn. Her wiha amadekariyên hin projeyên din dike.

Şaredariya Til Birak; di demek kurt de xebatên mezin pêk anîn
Şaredariya Til Birak; di demek kurt de xebatên mezin pêk anîn
Şaredariya Til Birak; di demek kurt de xebatên mezin pêk anîn
Şaredariya Til Birak; di demek kurt de xebatên mezin pêk anîn
24 tebax, 2018   08:09

RÊNAS REMO-MEDYE ELÎ / QAMIŞLO

Piştî hilbijartinên meclisên herêmî û şaredariyan ku di dawiya sala 2017`an de pêk hatin û bi hilbijartina rêveberiyek nû ji Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo, şaredarî gelek xebatên xizmetguzaiyê ji şêniyan re pêşkeş kir.

Şaredarî, navçe bi temamî ji bermahiyê şer paqij kir. Di 4'ê Nîsanê  de parkek vekir. Şaredarî, park ji hemû aliyan ve ji çandina dar û kulîlk heta çêkirina cihên rûniştinê amade kir, da ku şênî dikaribin bi rihet berê xwe bidin parkê.

Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê riya di navbera gundê Misîlê û Ekar bi dirêjahiya 4 km û firehbûne 6 metre sererast û qîr kir. Şaredarî riyên di nav navçeyê de sererast kir û riyek nû ku navçeyê bi gundê Simêhan ve girê dide vekir.

Av dighêje Ji sedî 80 ji şêniyên navçeyê re

şaredarî toreyên kanalîzasyonê di nav taxan de bi dirêjahiya 500 metre dirêj kir û av gihişt nêzî ji sedî 80 ji şêniyên navçe û gundên girêdayî wê. Deverên ku av nagihêjin, şaredarî du sahrîcên avê  eyar kirine da ku avê bighîne wan gundan.

Di çarçoveya xebatên Şaredariya Gel a nvaçeya Til Birakê, Hevserokê Şaredariyê Lezgîn Mihemed di hevpeyvînek bi ajansa me re destnîşan kir ku ew li gorî derfetên xwe yên heyî xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkeş dikin. Her wiha Lezgîn diyar kir ku wan dermanê mêşûmoran li tevahiya navçeyê reşandine. Lezgin  bi bîr xist ku zabîteya şaredariyê jî bi awayekî asayî ji bo birêxistinkirina sûkan li ser karê xwe ye.

Lezgîn diyar kir ku sê şaredariyên nûjen, şaredariyên bajarokên Til Himêdî, Simêha rojava û Im Hicêrê girêdayî Şaredariya Gel a navçeyê ne û hemû komîteyên wan şaredariya hatine aktîvkirin û wiha pê de çû: "Piştî veqetandina budçeyên şaredariyên nû, dê dest bi xebatê bikin."

Şaredariya Gel a navçya Til Birakê garaceke taybet ji bo tirimpêlên veguhestinê ava kir. Her wiha çerxeriya navçeyê sererast kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê, ji  Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê xwest ku ji bo paqijkirina navçeyê ji bermahiyên DAIŞ'ê ji wan re alavên xizmetguzariyê ji cureya tireks û her wiha du sahrîcên avê eyar bikin.

(şx)

ANHA